Tuesday, September 28, 2021

Dayê Gulê

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrîşan dest pê kir. Di sedsala 21’ê de li ber çavê cîhanê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî civaka êzîdiyan kir. Li ber çavê cîhanê civaka êzidî bi fermana 74’an re rû bi rû ma. Bi hezaran jin zarok, ciwan û kal û pîr bi vê fermanê hatin qetilkirin, revandin, winda bûn, li ser sînorên welatan hatin kuştin, di deryayan de noq bûn, bûn penaberên vê cîhanê. Aliyê herî zêde bû rojeva cîhanê jî berxwedana ku li dijî DAIŞ’ê hatibû dayîn bi xwe bû. Li dijî êrîşên DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî bi pêş ket, di encama berxwedanê de li Şengalê gel xwe bi rêxistin kir û wekî tola 74 fermanan Rêveberiyek Xweser hat avakirin.

Belê bînerên hêja em ê di vê bernameyê de qala jineke berxwedêr bikin ku çîroka wê ji ya Fatareş, Besê, Zarîfe, Leyla Qasim, Zîlanan ne dûr e Yanî em ê behsa Dayê Gulê bikin. Dema çeteyên DAIŞ’ê di berbanga 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî navçeya Sinûnê ya Şengalê dikin, hingê Dayê Gulê 53’ê salî ye. Ji ber ku di erebeyê de cih nemabû, Mam Reşo, hevjîna xwe Dayê Gulê, keça xwe Şîrîxan û kurekî xwe ji neçarî li Sinûnê dihêle. Piştî erebe ji navçeyê derdikeve çeteyên DAIŞ’ê xwe digihînin navenda Sinûnê. Di wê heynê de Dayê Gulê demançeya xwe ji malê digire û bi keç û kurê xwe ve Sinûnê terk dike, lê di dema derketinê de çeteyên DAIŞ’ê rê li wan digirin. Gava Dayê Gulê, dibîne ku çeteyên DAIŞ’ê dê wê ji zarokê wê veqetînin vê yekê qebûl nake. Dema fêm kir ku dê nikaribe çeteyan bide sekinandin ew demançeya ku di bin kirasê xwe de veşartî derdixe û serekçeteyê komeke DAIŞ’ê yê bi navê Selîm Cezrawî dikuje û endamekî din ê DAIŞ’ê jî birîndar dike. Li ser vê yekê çete li Dayê Gulê dixin û birîndar dikin. Çeteyan bi wî halê wê yê birîndar heta navenda bajêr bi erdê ve kaşkirin û bi şarjoreke 30 guleyî Dayê Gulê qetil kirin. Keça Dayê Gulê Şirîxan dibe şahidê berxwedana dayîka xwe û qetilkirina wê Şîrîxan 4 salan di destê çeteyên DAIŞ’ê de dimîne. Li bajarê Îdlîbê bi dehan caran rastî tecawiz û îşkenceyê tê. Dawiya dawî ji aliyê malbateke êzidî ve tê rizgarkirin. Şîrîxan têkildarî berxwedana dayika xwe wiha dibêje: “Ez bi malbatên êzidî re bûm şahida dayikên wêrek û dilpola. Çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî hovane dayikên me kuştin. Reva me ya ji DAIŞ’ê û kuştina dayika min ji ber çavên min naçe.” Aqûbeta kurê Dayê Gulê hê jî ne diyar e.

Piştî rizgarbûna Şengalê di 2015’an de hevjînê Dayê Gulê Mam Reşo vedigere Şengalê. Gava keça wî Şîrîxan jî tê rizgarkirin êdî dikeve pey şopa can û cesedê Dayê Gulê. Hevjînê Dayê Gulê cesedê wê di nav xirbeyê maleke hilweşiyayî de dibîne. Mam Reşo cesedê wê ji gustilîka wê û ji wêneyeke ku bi xwe re veşartibû nas dike. Mam Reşo, wêneyekî mezin ê hevjîna xwe ku wê weke qehreman dibîne bi dîwarê malê ve dadiliqîne û bi vî awayî berxwedana wê tim di mejiyê xwe de zindî dike. Hê jî aqûbeta 2 hezar û 7 sed êzidiyan ne diyar e. Yek ji wan jî kurê Dayê Gulê ye. Berxwedana Dayê Gulê li Şengal, Kurdistan û Iraqê deng vedabû û bûbû mînak. Di 7e’mîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê de peykerê Dayê Gulê li Sinûnê hat danîn. Perdeya li ser peykerê Dayê Gulê bi wesîleya salvegera komkujiyê ji ser hat rakirin. Bi hezaran kes beşdarî merasîma danîna peykerê Dayê Gulê bûn. Perdeya li ser peykerê Dayê Gulê, li cihê lê hatibû kuştin, di salvegera komkujiyê de hat rakirin.