spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê hemû dayikên cîhanê li Şenyaşar xwedî derkevin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê di roja 184’emîn de serdana Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar kirin. Heyeta ku Hevseroka Navçeya Cizîrê ya HDP’ê ZÎlan Ecevît û Dayika Aştiyê ya Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar Hatîce Uyar, dayika  Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir Behiye Nayir, Dayika Aştiyê Emîne Alkiş û gelek jinên din di navde hebûn, bi dowîzên “Bila edalet bê zilm bi dawî bibe”, “Em edaletê dixwazin” serdan kirin.

Heyetê piştî bi malbata Şenyaşar re çalakiya rûniştinê li dar xis,  daxuyanî da. Dayika  Aştiyê Emîne Alkiş bal kişand ser armanca hatina Rihayê û wiha got: “Em wek dayikên aştiyê îro hatin Rihayê serdana Emîne  Şenyaşar. Ji bo ku em piştgiriyê bidin wê em hatin vir. Dayik zêdeyî 6 meh in li vir di bin germahiyê de ji bo edalet pêk bê nobetê digire. Em daxwaza edaletê dikin.  Divê demek nêz de ji bo Emîne Şenyaşar û hemû dayikan edalet pêk bê. Divê hemû dayikên cihanê xwedî li Emîne Şenyaşar derbikevin. Em jin aştiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên tu kesî bimirin û bên girtin.”

Daxuyanî, bi dirûşmeya “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. Heyet pişt re ji bo ku biçin tev li şîna  dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Lûtfiye Gokkan bibin çûn gundê Kûlûnçê ya navçeya Pîrsûsê.