26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jineke çînî 40 sal in qet ranezaye

Jineke çînî bi navê Li Zhanying ku ji herêma Hinan a rojhilatê çînê ye îdîa dike ku ji temenê wê yê 5 salî heta niha qet çavên xwe negirtiye û ranezaye. Li gorî hevserê Lî û cîranên wê bi rastî jî rewşa wê gelekî cuda ye û ev zêdeyî 40 salane ku qet raneza ye.

Li Zhanying dibêje ku ew ji bo vê nexweşiyê gelek caran çûne cem doktorên cuda lê kesekî tiştek jê fêm nekiriye. Zhanying dibêje ku ew carekê çûye nexweşxaneya razandinê jî lê tu sûd ji wê yekê jî negirtiye.

Zanyar herî dawî gihane wê baweriyê ku di rastiyê de Lî Radizê lê bi şêweyê ku em pê dizanin. Razana wê ne bi rengê çavgirtin û dirêjkirina li ser livîna ye. Lê  dibe ku dema bi roj bi hinekan re diaxife gotinên wê giran dibin û ji bo çend deqeyan di navberê de radizê. Erê ew radizê lê dikare bi axive. Wekî kesên ku di xew de digerin û dimeşin. Li gorî cîhazên ku mejî dişopîne Lî di wan razanên xwe yê taybet de jî tenê derdora 10 deqeyan radizê. Rewşa Lî gelekî dişibe rewşa kesên di xew de dimeşin ku tê de bedena mirov çalake heta di dema razanê de jî.