2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Iraq li dadgeha navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bike’

Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Arif Hemamî ragihand ku Tirkiye gelek ketiye nava xaka Iraqê û herî dawî jî êrîşî balafirxaneya Silêmaniyê kir. Arif bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku li ser asta navnetewî giliyê Tirkiyeyê bike.

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dikin. Herî dawî dewleta tirk êrîşî balafirxaneya Silêmaniyê kir. Der barê êrîşên dewleta dagirker de, parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Arif Hemamî ji ajansa Rojnews re axivî. Arif got ku dewleta tirk gelek ketiye nav xaka Iraqê û hertim êrîşên asmanî dike.

Arif da zanîn ku herî dawî dewleta tirk êrîşî balafirxaneya Silêmaniyê kir, divê Hikûmeta Iraqê dijî van êrîşan pêngavan bavêje.

Arif di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir da ku dijî êrîşên Tirkiyeyê li dadgeha navneteweyî giliyê dewleta tirk bike.