30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojên Muzîkê yên Aryenê bi dawî bûn

Ji bo çanda kurdî bidin jiyandin ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryenê ve “Rojên Muzîkê yên Aryenê” hate lidarxistin û dahata wê diyarî mexdûrên erhejê hate kirin bi dawî bû. Hunermendên beşdarî aktîvîteyê bûn, bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê. 

Akademiya Muzîkê ya Aryenê, ji bo mexdûrên erdhejê bi navê “Rojên Muzîkê yên Aryenê” komeke konseran li Wanê li dar xist. Konserên ku 4 rojan berdewam kir, bi koma muzîkê ya bi navê Dengê Meyman dest pê kir û pişt re bi tevlêbûna Aryen Kom û Sorjiyan berdewam kir. Konser bi koma muzîkê ya bi navê Colemêrg Collectiveyê bi dawî bû. Konserên ku rastî eleqeyeke mezin hatin, li eywana ŞanoWanê ya Aydin Perîhan AVM’ê hatin lidarxistin. Bername diyarî mexdûrên herêma erdhejê hate kirin.

‘Em ê bi ser kevin’

Endama Aryen Komê hunermend Mizgîn Tûran da zanîn ku di pêşiya erdhejê de ev projeya wan a “Rojên Muzîkê Yên Aryenê” hebû lê ji ber erdheja navenda wê Gurgum çêbû û bandor li 10 bajarên din kir, taloq kirin. Tûranê diyar kir ku ji xwe stranên kurdan êş û azarên wan di nav xwe de dihewînin û da zanîn ku ji ber vê yekê jî xwestin vê bernameyê diyarî mexdûrên erdhejê bikin. Tûranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû komên muzîkê bi terzê xwe derketin ser dikê. Ev ‘Roja Muzîkê yên Aryenê’ ya yekemîn bû. Em bi gelek kelecan bûn û tevlêbûneke xurt jî heye. Armanca me ya yekem ew bû ku gelê Serhedê çiqas tev li çandê dibe. Me xwest bibînin ku gelo dê gel ji bo çanda xwe, zimanê xwe alîkarî û piştgiriya me bike? Lê em bi rastî jî spasiya hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tev li bernameyê bûn. Ev yek me gelek kêfxweş dike ku em bi hev re ne û em ê bi hev re serbikevin. Armancên me pêk tên û em bi vê yekê jî pir kêfxweş in.”

‘Divê gelê me li cem me be’

Turanê destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe nikarin li ser dikê stranên xwe bibêjin û divê gel pêşberî wan be ku ew bertekên gel bibînin. Tûranê diyar kir ku ew bi bandora gel û guhdaran stranên xwe dibêjin û wiha dewam kir: “Ez bawer im em jî bandoreke erênî li ser gel çêdikin. Em li vir in û em dixwazin ciwanên me, dildarên me, zarokên me, gelê me jî bi me re bin. Ji ber ku em dizanin ku em ê bi hev re ser bikevin. Bi rastî jî ev kar bi tena serê xwe nameşe. Em xurt bibin em ê karê xwe jî xurt bi rê ve bibin. Bangawaziya me ew e ku bila gelê me li cem me be. Em ê bi hev re di vê riyê de xurt bimeşin.”

Xebatên pîroz in

Solîsta Koma Sorjiyan Mizgînê ku ji Êlihê tev li bernameyê bûne jî axivî û destnîşan kir ku ev xebata alîkariyê karekî gelek pîroz e. Mizgînê bi lêv kir ku ew gelek kêfxweş in ku di vê bernameyê de cih digirin û wiha pê de çû: “Ez bawer dikim ku me armanca xwe pêk anî. Pêwîst e xebatên bi vî awayî dewam bikin. Em alîkariya hev nekin, mil nedin milê hev du em nikarin ser bikevin.”