21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê jehrîkirina xwendekaran didome

Ji destpêka Kanûna sala 2022’an û heta dawiya Sibata 2023’an li dibistanên Îranê ku piraniya wan dibistanên keçan in, rêzebûyerên jehrîkirinê dest pê kirin, ku bandorek giran li ewlehiya derûnî ya civakê kir

Duyemîn pêla jehrîkirina xwendekaran di dibistanên keçan ên Îranê de piştî Newrozê dest pê kiribû û raporên nû der barê jehkirina li dibistanên Seqez li rojhilatê Kurdistanê tên belavkirin.

Malpera nûçeyan a Hengaw ku nûçeyên girêdayî bajarên rojhilatê Kurdistanê dişopîne, roja 9’ê nîsanê da xuyakirin  ku li bajarê Seqez ê rojhilatê Kurdistanê, bûyerên jehrkirina xwendekaran li 6 dibistanên keçan rû daye.

Li gorî vê raporê, dibistanên amadeyî yên li Talexanî, Mîrac û Sûmeya ser bi bajarê Seqizê ve, ji wan dibistanan bûn ku bûne armanca êrîşên kîmyayî û hejmareke zêde ji xwendekarên keç jehrî bûne û hatine veguhestin bo navendên tenduristiyê.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê  hêzên taybet li kolanên Seqizê bi cih bûne, û hemwelatî jî siloganên dijî rejîmê bilind dikin’.

Piştî nûçeyên jehkirina xwendekaran li dibistana Keçan a Mîrac a bajarê Seqizê li ser malperên dijîtal hatin belavkirin , welatî li ber dibistanê kom bûne û dirûşmeyên “Bimre Xameneyî” gotine.

Her wiha li gorî agahiyên li ser hin hesabên dijîtal hatine belavkirin li Seqizê alozî di navbera xwepêşandêr û hêzên rejîmê de derketine û gelek xwepêşandêr ji alî hêzên taybet ve hatine binçavkirin.

Di 8’ê nîsanê de tenê li parêzgeha Erdebîl 400 xwendekarên keç hatine veguhestin bo navendên tenduristiyê.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka Kanûna sala 2022’an û heta dawiya Sibata 2023’an û di meha Adarê de li dibistanên welêt ku piraniya wan dibistanên keçan in, rêzebûyerên jehrîkirinê dest pê kirin, ku bandorek giran li ewlehiya derûnî ya civakê kir û bû sedema tirsê di nav malbatên xwendekaran de.

Li gorî berpirsên Îranê, di vê heyamê de ne kêmî 13 hezar xwendekarên keç bi gumana jehrîbûna gazê bo nexweşxane û navendên pizîşkî hatine veguhestin.

Niha pirsa ku di gelek jêderên medyaya Îranê de tê pirsîn ew e ku gelo ev jehrîkirin karekî “rêxistinkirî” ye ji aliyê tundrewan ve ji bo ku keçan li malê bihêlin;  tê kirin? Gelo dixwazin vir bikin wekî desthilata Talîban ya Afganistanê.