26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê modela Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê pêk bê’

Li Tebqayê rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs Şêx Hisên Raşid diyar kir ku Rêveberiya Xweser baş hatiye lêkolînkirin û bi kurahî hatiye xwendin û wiha got: “Ev yek bi riya saziyên wê yên di civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar dike ku hemû pêkhate û mezheb cihê xwe tê de digirin. Rêveberiya Xweser hewl dide derfetan ava bike û xwestekên gelê herêmê pêk bîne. Lewre divê modela Rêveberiya Xweser li gelemperiya Sûriyeyê pêk bê.”

‘Neteweya demokratik projeya çareseriyê ye’

Şêx Hisên Raşid destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeya parçekirin û dabeşkirinê nîne û wiha axivî: “Pergala siyasî û aborî ye. Hewl dide hevkariyê di navbera rêveberiyan de ava bike. Da ku di hemû qadan de edalet û wekhevî misoger bibe.”

Raşid daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Şamê ku dibêjin ‘Rêveberiya Xweser amûreke ji bo lawazkirina Sûriyeyê ye’ şermezar kir û wiha axivî: “Ev daxuyanî ne li gorî rastiya rewşê hatine nivîsandin. Projeya neteweya demokratîk alternatîfa pêşxistina Sûriyeyê ye, her wiha çareseriya aloziya ku ev 10 sal in berdewam dike ye.”

Raşîd, li ser rola xweseriyê jî rawestiya û wiha got: “Hebûna hikûmeta nenavendî li Sûriyeyê û modela wê ya ku di Rêveberiya Xweser de pêk hatiye, hewl dide rewşa Sûriyeyê baştir bike û ber bi pêşerojeke serkeftî ve biçe da ku li herêmê bi roleke şaristanî, pêşnegtî û siyasî rabe.”

‘Rêveberiya Xweser ji bo yekitiyê alternatif e’

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs jî diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alternatîfa herî durist e ku dikare yekitiya xaka Sûriyeyê ava bike û wiha got: “Pergala nenavendî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî gelek armanc in. Ji bo xizmeta herêmê û pêşxistina civakan e.”

Raşid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya serkeftî ye ku dikare rê li pêşiya parçekirina Sûriyeyê bigire û wiha lê zêde kir: “Divê li ser asta Sûriyeyê wekî alternatîfekî realîst were pêkanîn.”