22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe’

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) beriya Kongreya Mezin a 4’emîn li herêman konferansan li dar dixe. Konferansa Herêma Serhedê ya HDP’ê li hotêleke Wanê hat lidarxistin û bi sedean kes beşdarî konferansê bûn. Li eywanê pankarta “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de bi biryar in” hat daliqandin û deqîqeyek rêz hat girtin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel di destpêka konferansê de axivî.

Temel diyar kir ku bi têkoşîna HDP’ê tevahiya muxalîfan wêrek kiriye û got: “Xeta têkoşîna HDP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê rastiya gel a berxwedêr raxistiye ber çavan. Îktidara faşîst serweriya hêza xwe ya derûnî û êrişkar winda kiriye. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê kurd a ku nizane rawestandin çi ye û girseya HDP’ê rol û ristê diyar dike. Ji roja ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê hatiye avakirin, li her deverê êrişî gelê kurd û destkeftiyên wan dikin. Lê li ber berxwedana gelê kurd û dostên wan ev faşîzm têk diçe. Ev bloka faşîst bi SADAT’ê re tifaqê ava dike. Em ê bi van konferansên xwe planên wan ê tasfiyeyê dê pûç bibin.”

Temel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Li ser birêz Ocalan her ku tecrîd kûr dibe, şer mezin dibe û gelên Tirkiyeyê winda dike. Heke tecrîd rabe dê birêz Ocalan bir ola xwe rabe û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê werin çareserkirin. Lê ev rejîma ku radibe û rûdinê derdê wan înkar e, di serî de tecrîdê li ser Ocalan girantir dike. Îktidara Çîller li dijî Ocalan plana sûîkastê pêk anî, îktidarên din li dijî Ocalan komlo çêkirin. AKP jî pêvajoya qirêj û tarî kûrtir kir. Em azadiya birêz Ocalan wek azadiya kurdan dibînin. Divê ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe û qadek ku dikaribe bi rola xwe rabe were afirandin. Ji bilî vê siberojek ku îktidar bide civakan nîne. Soza HDP’ê ev e ku dê statûyê bîne Kurdistanê û demokrasî û edalet jî bîne Tirkiyeyê.”