6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê ambargoyên Qanûna Qeyser ji ser hin deveran hilanîn

Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê bi daxuyaniyekê deverên ku ji bin hukmê qanûna Qeyser ya ambargoyên li dijî rejîma Sûriyeyê derdikevin destnîşan kir. Li gorî daxuyaniya xezîneyê ya ku roja 14’ê meha gulanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, tê de lîsteya deverên ku ji deveyî qanûna Qeyser hatine hiştin destnîşan kiriye.

Li gorî wê lîsteyên piraniya deverên ku ne di bin kontrola rejîmê de ne ji deveyî lîsteya ambargoyê hatine hiştin. Li gorî daxuyaniya armanc başkirina rewşa aborî ya li wan herêman e.

Li gorî wê lîsteyê deverên ku ji derveyî ambargoyên qanûna Qeyser tên hiştin ev in:

Parêzgeha Helebê

Bajarê Minbicê ji bilî navçeyên Xefse û Meskenê.

Bab ji bilî navçeyên Tadef, Dêr hafir, resim, hermel û kuwêris.

Ezaz, ji bilî navçeya Til Rifet û Nubil.

Trablus.

Parêzgeha Reqayê

Navenda bajêr ji bilî navçeyên Maden û Til Ebyed.

Tebqa, ji bilî navçeya Mensûra

Dêra Zorê , Meyadîn û Bu kemal ji bilî hin navçeyan

Hesekê: Navenda bajêr ji bilî Malikiyê û Qamişlo û Serêkaniyê.

Hêjayî gotinê ye ku ev mijar di van rojên dawî de wekî ku ev amabrgo ji deverên di bin destê HSD’ê de tên rakirin û ew yek bûbû cihê nerazîbûna rayedarên dewleta tirk. Lê di encamê de dema em bala xwe didin lîsteya deverên ku ji vê qanûnê hatine efûkirin em dibînin ku piranî deverên di bin destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne. Lê deverên ku rastî ambargoyên herî dijwar tên ên wekî Kobanê, Til Rifet ku koçberên ji Efrînê lê dijîn, ji derveyî lîsteyê hatine hiştin.