spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Îranê li dijî buhabûnê daket kolanan

Di van 3-4 rojên dawî de li gelek bajarên Îranê gel daketin kolanan û bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe li dijî buhabûnê anîn ziman. Çirûska destpêkê ya nerazîbûnên gel beriya çend rojan bi buhakirina nirxên genim û nan û hin xurekên sereke dest pê kir.

Li rojava û bakurê Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin û veguherî gelek bajarên din. Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li dijî siyaseta hikûmetê anîn ziman û bi dengekî bilind gotin em vê rejîmê qebûl nakin.  Di xwepêşandanan de dirûşmên li dijî rayedarên Îranê ji Xameneyî bigire û heta bi serokomar Ibrahîm Resîsî bûn hedefa nerazîbûna xwepêşandêran.

Hêzên ewlekariyê li gelek deveran destwerdana xwepêşandann kir û li gorî daneyên fermî yên hêzên ewlekariya Îranê di van rojên dawî de 21 xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Buhabûn ji sedî 300 e

Bi buhabûna genim re buhayê piraniya xurekan ji sedî 300 zêde bûye. Her wiha li gorî daneyên fermî ji 82 milyon gelê Îranê nîvê wan di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Bandora şerê li dijî Ukraynayê

Wekî tê zanîn şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê û bi taybetî li ser ya welatên Rojhilata Navîn kiriye.  Ji ber ku Îranê jî wekî hin welatên din ên herêmî nîvê zeyta xwe ya xwarinê ji Kievê tîne. Her wiha Îranê nîvê genimê xwe jî ji Rûsyayê dikire.

Ji bilî vê yekê hişkesalî û kêmbûna avê jî bandoreke mezin li ser çandinî û aboriya Îranê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku beriya 3 salan ji ber buhabûna buhayê petrolê li seranserê Îranê gel daketibû kolanan û di encama destwerdana hêzên dewletê de bi sedan xwepêşandêr hatibûn kuştin. Lewre jî metirsiya hikûmeta Îranê heye ku dîsa ew senaryo dubare bibe.