28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê qada hewayî li balefiran bê qedexekirin

Hasan Huseyin Denîz

“… Îro danê sibehê firokeyeke bê mirov lê bi çek a tê texmînirin, ku ji welatê Rûsya rabûye, li paytexta Fransayê, li siwareyeke fermî ya girêdayî şaredariya Parîsê daye û tê de endamekî şaredariyê jî di nav de du kesan jiyana xwe ji dest dane. Çapemeniya Rûsya îdîa dike, ku endamê şaredariyê piştgiriya Ûkranya dike û ji ber vê yekê Rûsya ew hedef girtiye…”

Niha gava we ev nûçe xwend, dengê we wisa tê ber guhan: “Na, ne mumkun e, çawa dibe, wê dinya rabe ser lingan, Rûsya kengî diwêre tiştekî wisa bike, Ewropa tev wê li dij derkeve, gelê Fransa wê dakeve kolanan…” û hezar şîroveyên din. Ne kes ji we wê ji vê nûçeyê bawer bike û ne jî çapemeniya cîhanê li hember çalakiyeke wisa wê ker û lal bimîne. Tev bi yek awazê hemû qanalên televizyonên cîhanê wê vê nûçeyê bidin û bi saetan dubare sêbare bikin.

Ka em dev ji Rûsya û Fransa berdin û werin Kurdistanê. Roj derbas nabe, ku firokeyeke dewleta tirk a bê mirov an bi mirov bombe û roketan li ser Kurdistanê nabarîne. Balefirên wê yên bêmirov û bi çek lêdana siwareyên kurdan ji xwe re kirine karê rojane. Ji Şengalê bigir heta rêkên Qendîlê, ji Rojava bigir heta Başûr kîjan kurdê welatparêz gava xwe biavêje hundirê siwareyekê û bi rê keve, balafirên tirk rasterast êrîşê dikin. Baş e, kî nûçeya wê çêdike? Kî pê dihise? Kî şîrove dike? Li ser kîjan televizyonê tê qalêkirin? Ne tenê çapemeniya Ewropa û cîhanê, gelekên kurdan jî êdî bêrû bûne. Ev kesên tên kuştin ji milet te ne. Li gorî te qenc bin, qencên te ne, xerab bin, dîsa xerabên te ne, ji miletê te ne, ji xwîna te ne. Tu çima li miletê xwe xwedî dernakevî?

Binêre Ewropî heta li kûçik û pisîkên xwe xwedî derdikevin. Şerê Rûsya û Ûkranyayê çêbû, hîn heta îro deriyê Ewropa ji ûkraniyan re vekirî ye. Kesekî ûkranî dikare ji Ûkranya heta nava Almanya, Swîsre, Fransa bê bilêt li trên û siwareyên din siwar bibe û were, îltîca bike û di demeke kin de ciyê herî xweş bi dest bixe. Roja ûkranî wek penaber hatin welatên Ewropayê, ewropiyan penaberên din şandin parêzgehên bin erdê û ciyên xweş tev ji ûkraniyan re vekirin. Penaberên din tev li wan binerdkan gurî bûn, genî bûn, lê ûkranî bûn xwedî kar û mal. Çima? Ew ji ewropiyan bûn, li hev xwedî derketin.

Ên me çi dikin? Di nîvê sûka Hewlêr de tên hemwelatiyekî te dikujin, li deşt û çiya û newalên te tên nêçîra miletê te dikin, balefirên dijminê te yên dagirtî çek tên nêçîra mirovên ji xwîna te dikin. Ka dengê te? Ka berteka te? Gava berteka te tine be, em nikarin loma ji ewropiyan jî bikin? Ez êdî nikarim bibêjim, çima li hember êrîşên tirkan ên li ser Kurdistanê û kurdan welatên ewropî û rayagiştî ya cîhanê dengê xwe dernaxe. Ewropî û rayagiştî ya cîhanê wê bibêjin, keko, ma ne miletê te dengê xwe dernaxe, ku ez rabim dengê xwe derxim. Destpêkê nava xwe zelal bikin. Destpêkê hûn li ser hev bigirîn, ku em jî dengê xwe tev li dengê giriyê we bikin.

Lê mixabin Kurd pûç bûne, benc bûne. Wek ciyê dûpişk pê vede, qet di xwe re nade der.

Kurd li aliyekî, lê cîhan jî ne durist e. Balefireke tirk wê ji Tirkiyê rabe, biçe di ser axa dewletên din re derbas bibe û kurdan bikuje û cîhan wê nûçeya vê jî çêneke. Ev çi cîhaneke sixte, durû û faşîst e. Belê cîhana li kuştina kurdan temaşe dike wek leşkerên Hîtler û Gestapo ne, ku gava cihû tazî dikirin û dixistin siwareyên veguheztine odeya gazê, lê temaşe dikirin. Çi ferqa cîhanê ji wan heye?

Cîhana ji bo parastina cinsê kîsoyan, teyrên keçel, masiyên balîna, kurmikên rengîn qiyametê radikin û dibêjin emê wan biparêzin, da ji ser ruyê erdê bi dawî nebin, baş e, ma hûn nabînin, kurd ji ser ruyê erdê tên rakirin. Kurd hino hino tine dibin. Yek, ji asîmîlasyona dijwar a li ser kurdan, ku heta li welatên ewropa didome – ku ev jî birîneke din e, mijara nivîseke din e-, tirkan wisa li kurdan kirine, ku gava mirov zarokekî bi kurdî diaxive dibîne êdî şaş dimîne, bê çawa ji ber pêla asimîlasyona dijwar filitiye. Dudu, yên ji ber pêla asîmîlasyonê filitîne jî yan di zindanan de tên rizandin, yan jî her roj bi balefirên bi mirov û yên bê mirov tên kuştin. Ne xema cîhanê ye. Ne xema beşek an piraniya kurdan e jî. Nîvê kurdan ji xwe dest dane dijminê xwe û bi serbilindî di nav AKPê de cî digirin. AKP rojane miletê te dikuje, zarokên te asîmîle dike. Îkdîdara herî kujêr a di sedsalên komara Tirkiyê de ye, lê dîsa jî dengên xwe yên herî zêde ji bajarên kurdan distîne, parlamentarên wê yên herî xebata bi dil û can dikin, kurd in. Ji xwe Hakan Fîdanek heye, derketiye gera cîhanê û ji bo dijminiya kurdan ji hezar tirkî dijwartir dixebite, roj û şev xew nakeve çavên wî ji bo kurdan tine bike. Dema tê gotinê ew jî li ser cinsê kurdan tê hesibandin, lê di rastiyê de leşkerên Hîtler li ber wî ferîşte ne.

Kurd miletekî wisa ji rastiya xwe hatine dûrxistin in. Ji dijminê xwe re bi dil û can xebatê dikin, ji miletê xwe re neyariyê dikin. Ji bo wê di raya giştî ya cîhanê de giraniyeke kurdan tine ye. Yekî piştgiriya kurdan dike jî, ne ku ji ber giraniya kurdan, ji ber dilê wî/wê bi kurdan dişewite dike. Kurd divê giraniya xwe çêkin. Xwînxwarên tirk li paytexta Başûrê Kurdistanê êrîşî kurdan dikin, diviya ji Hewlêr heta Enqere, ji Bexda, Şam heta Parîs û Bern û Berlîn qiyamet bihata rakirin. Kî rabû ser piyan? Çend kurd daketin qadan? Çima cîhan giraniyê bide kurdan û lê xwedî derkeve, gava kurd giraniyê nedin xwe û li hev xwedî dernekevin?

Çima ji kurdîtî, ji kurdbûnê ewqasî rev heye. Çima emê ji hev hez nekin, li hev xwedî dernekevin, li ser miriyên hev negirîn? Dijmin ji me re nabe dost. Li dîroka xwe binêre Kurdo! Gava Harpagosê Medî xiyanetê li Astiyagê Keyê Medan dike û artêşa Medan naxe şer û welêt dide destê Persan Astiyag ji Harpagos re dibêje: Li gor te dixwest tola xwe ji min hilînî, te ez bikuştama û welat bixista destê xwe, lê tu çûyî te bi persan re peyman çêkir û te ew anîn welat da destê wan, da ku heta heyî Med bibin koleyê koleyên xwe.»(Dîroka Herodotos)

Ev rastiya kurdan a ji Med û vir ve didome, divê were guhertin. Dijmin dijmin e. Bi dijmin re dostanî nabe. Ne taktîkî, ne stratejîkî, bi dijmin re dostanî nabe. Bi dijmin re bazar dibe, rûniştina li ser maseyê dibe, şer dibe, aştî dibe, peyman dibe, lê dostanî nabe, hevkarî nabe, hevaltî nabe, bawerî nabe. Her kurd -qenc, xerab, li başûr, li bakur, li rojhilat, li rojava, li welêt li derveyî welêt- divê dostaniyê bi ti awayî bi ti dijminî re neke û hemû kurd bi yek dengî ji cîhanê QEDEXEKIRINA QADA HEWAYî YA GIŞTIYA KURDISTANÊ JI BALEFIRÊN BI ÇEK RE BIXWAZE. Divê pêkhatina vê yekê rojeva kurdan a domdar û tenê be. Îro ji azadiyê ferztir, parastina kurdan girîng e. Li hember tinekirina kurdan – ger di çavên cîhanê de nirxê kurdan qasî cinsekî kîso an masiyan hebe- divê qada hewayî ya kurdistanê ji balefirên bi çek re were qedexekirin û kurd jî divê vê yekê di her rabûn û rûniştina xwe de bi dengekî bilind bixwazin. Ev yek mafê me ye. Nabe hêzeke xwînxwar bi çekên ji cîhanê dikire, were kurdan bikuje û ew cîhan jî bêdeng bimîne.