3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanîngeha Harvard dewreya perwerdekirina zimanê kurdî vekir

Zanîngeha Harvard a Amerîkî yekem car di dîroka xwe de piştî xwestekên xwendekarên zanîngehê yên Kurdistaniyan dewreya perwerdekirina zimanê kurdî vekir

Zanîngeha Harvard a amerîkî yekem car di dîroka xwe de piştî xwestekên xwendekarên zanîngehê yên kurd dewreya perwerdekirina zimanê kurdî vekir.

Zanîngeha Havrvard a Amerîkayê ku zanîngeha lêkolînên taybet a li bajarê Cambridgeyê ye di sala 1636′an de li parêzgeha Massachusetts a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate damezrandin. Zanîngeha ji saziyên perwerdeya bilind li DYA′yê ye û ji nava saziyên herî navdar li cîhanê ye.

Dewreya vê payîzê vebûye, ne tenê girîngiyê dide perwerdekirina zimanê kurdî, dê mijarên çand, dîrok û siyaseta kurdan jî werin nîqaşkirin. Zanîngehê bang li zanyarê antropolog, profesorê zanîngeha Bentley, Ehmed Mihemed Pûr ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye kir ku di vê dewreyê de ders bide. Professor Ehmed Mihemed Pûr ji malpera The Harvard Crimson a xwendekaran re got: “Em ê çawa li ser têgehên Rojhilatê Navîn bêyî li ser perwerdekirina zimanê kurdî yan jî fêkirina wê biaxivin? Ez bi vê gave kêfxweş im û di dawiyê de li gel me dewreyeke bingehîn a perwerdekirina zimanê kurdî çêbû.”

Pûr wiha domand: “Ez bi hêvî me Zanîngeha Harvard vê dewreyê di werza bê de jî dewam bike, li kêlek wê jî bijarteya zimanî pêşkêş bike ku xwendekaran li ser perwerdekirina zimanê teşwîq bike û fêrkirina zimanê kurdî yên lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Harvard dişopînin bibe xwestekek.”