5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Metîna: Xwedî li MKG’ê derkevin

Damezirînera MKG Roza Metîna diyar kir ku  AKP û MHP dixwazin bi zimanê medya alîgir a zayendpert teşeyekî bidin civakê û got: “Em li dijî vê yekê bi helwesta xwe xebatan bimeşînin. Em bang li hemû jinên rojnameger dikim ku xwedî li MKG’ê derkevin.”

Jinên rojnameger ên kurd bi sekna xwe li cîhanê dibin mînak. Yek ji van jinên rojnameger Gurbetelli Ersoz e. Ersoz heta dawiya jiyana xwe li dijî  pênûsa mêrsalar û zimanê zayendperest li berxwe da. Ersoz di 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî Ersozê jî zext û zordestî domiya û niha jî didome. Her çiqas bi zext û zordestiyan êrîş li heqîqetê kiribin jî jinên rojnameger tu carî pênûsa Ersoz bernedan û ji rêya heqîqetê venegeriyan. Rojnamegerên jinên ê kurd wê bi vê armancê avakirina Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di 7’ê Cotmehê de îlan bikin. Têkildarî avakirina MKG’ê Rojameger û Damezirînera MKG’ê Roza Metîna axivî.

Pediviya bi komeleyê

Roza Metîna diyar kir ku pîşeya rojnamegeriyê pîşeyeke gelek girînge û wiha got: “ Rojnameger dengê civakê ne. Rastiyê derdixin holê û ji civakê re radigihînin. Pîşeya rojnamegeriyê rêbazeke têkoşînê û xwedîderketina li nasnamêye. Ji ber wî pêdivî bi rêxistinbûyînê heye. Ji bo ku jin dengê xwe bikin yek û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin pêdivî bi komeleyeke bi vî rengî hebû. Pêdiviya din a bi Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji xwedîderketina li mirateya rojnamegerên jin e. Mesela Gurbetalî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Denîz Firat, Nujiyan Erhan têkoşîneke gelek mezin li pişt xwe hiştin. Li ser bîranîn û têkoşîna wan me got em ê komeleke wisa avabikin. Wê komele di 7’ê Cotmehê de vebe.”

7’ê Cotmehê roja serhildanê

Metîna anî ziman ku ew 7’ê Cotmehê  roja salvegere şahedeta Ersozê weke roja serhildanê pênase dikin û wiha domand: “Bi rastî jî roja 7’ê Cotmehê ji bo me ne rojeke şîngirtinê ye. Em wê rojê weke roja serhildanê pênase dikin. Em li têkoşîna wê xwedî derketin û em ê her tim jî xwedî derkevin. Wê li dijî zext û zordestiyê dewletê li ber xwe da. Wekê jineke kurd di qada çapameniya azad de serî netewand û çog dananî. Ez dizanim heke îro Ersoz li jiyanê bûya wê ji me re bigota serî daneynin. Ji ber wî me xwest wekê têkoşîna berdewamiya Ersozê di 7’ê Cotmehê de komeleyê vekin. Heta niha me gelek xebat di bin banê Platfora Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê de dikir. Mesela rapora binpêkirina mafê rojnamegerên jin 3’ê meha carekî aşkere dikin. Li ser medya dîjîtal bernaneya çêdikir. Heman demê ji bo em netenê bibin dengê jinên kurd em dixwazin bibin dengê jinên cihanê em ê komelê vekin. Her wiha ji bo ku rêxistbûyîna jinan pêş bikeve em dixebitin.”

Girîngiya yekîtiya rojnamegerên jin

Metîna got ku xwedî derketina li komeleyê xwedî derketina li pîşeya rojnamegeriyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê platfor bidome lê wekê komele di çarçoveye mezinkirina rixistinbûyîna rojnamegerên jin em ê atoleya li darbixin, çalakiyên ku jin bikaribin xwe di qada çapameniyê de azad hîs bikin û dikaribin bi cesareteke mezin karê xwe bikin, xebatan bikin. Di heman demê demê bang dikin ku hemû rojnamegerên jin xwedî li vê komeleyê derkevin. Ger em hemû jinên rojnameger yê cihanê dengê xwe bikin yek em ê karibin li dijî zimanê zayendperst û yekperst bi serkevin. Wê komele di vî aliyî de kar û xebatan bike. Çinkî îro medyaya alîgir di destê AKP û MHP’ê de ye. Ev medya aligîr bi zimanê xwe dibe sedema tundî û neheqiyên mezin. AKP û MHP dixwazin bi zimanê medya alîgir teşeyekî bidin civakê. Em li dijî vê yekê bi helwesta xwe xebatan bimeşînin. Banga li hemû jinên rojnameger ê kurd, Tirkiye, rojhilata Navin û hemû cihanê dikim ku xwedî li têkoşîna Komeleya Rojnamegerên Kurd derkevin. Ji ber ku têkoşîna ku ev komele bide wê têkoşîneke hevpar be. Yanî ev çirûsika ku pêkeve wê feydeya wê li hemû jinan be. Çinkî têkoşîna jinan li ku derê li dijî bavsalariyê hebe çewa piştgirî bidê wê wisa ji cihanê re ragihîne jî. Ji ber wî pêdivî bi xwedî li derketina komelê û têkoşîneke hevpar heye.”