30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li gelek navendan Nagihan Akarsel bi bîr anîn

Endam û aktîvîstên tevgerên jinan li gelek navendan Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Konya û gelek bajarên din bibîr anîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê bi suîqastekê hatibû qetilkirin. Endam û nûnerên tevgerên jinan di serî de li Konyayê û li gelek bajarên din akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel bi bîr anîn.

Konya

Bîranîna ewil li ser gora Akarsel a li gundê Golyaziya bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve pêk hat. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Zeynep Oduncu, Sebahat Erdogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqere û Konyayê, berdevkên Partiya Herêmên Demokratîk ên herêma Anatoliya Navîn, xebatkarên Kovara Jineolojiyê, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), malbata Akarsel û xizmên wê beşdarî bîranînê bûn. Li sere gorê rêz hat girtin û beşdaran qerenfîl danîn ser gora wê.

 Rê ronî dike

Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser kesayeta Nagihan Akarsel û wiha got: “Ew jinek têkoşer û berxwedêr bû. Wê her tim lêgerîn dikir û hişê wê yê ronahî rê nîşanî me dida. Her gotinek wê wê qala berxwedanê dikir. Li dijî dinyaya serweriya mêran û polîtîkayên tundiyê her tim lêpirsîn kir û nêrînek wê ya ronakbîriyê hebû. Ji bo me hemûyan xwedî cihek taybet bû. Gelek qîmet dida serpêhatiye her jinekê. Wê rêya azadiyê bo jinan vekir. Em ê jî li ser xet û kevneşopiya wê bin, dest jê bernedin û têkoşîna wê li erdê nehêlin.”

 Mêrdîn

Ji bo Nagîhan Akaresel li eywana konferansa Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya Dayikên Aştiyê û gelek jinan bername hat lidarxistin.

Li eywanê wêneyên Akarsel danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Ji bo bîranîna wê deqeyek rêz hat girtin. Çalakiyê bi pêşandana sînevizyonê dewam kir. Bi sînevizyonê mijara têkoşîna jiyanê ya Nagîhan Akarsel hat vegotin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Piştî sînevizyonê Dayikên Aştiyê kilamên kurdî strîn.

Edene

Meclisa Jinan a HDP’a Edeneyê û TJA’yê li avahiya HDP’a Edeneyê bernameya bîranîna bo Akarsel li dar xistin. Hevseroka HDP’a Navçeya Seyhana Edeneyê Şukran Efeturk axivî û destnîşan kir ku wan pênûsa Nagihanê li erdê nehiştiye û wê li ser xeta wê berxwedana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berdewam bikin.

Bîranîn bi nîşandana sînevziyonê qediya.

Mêrsîn

Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA’yê li avahiya HDP’a Mêrsînê bernameya bîranînê li dar xistin û Akarsel bi bîr anîn. Bîranînê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Etîz axivî û diyar kir ku ew ê her tim têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û dê jiyana azad ava bikin.

 Îzmîr

Aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ji bo Akarsel bernameya bîranînê li dar xistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcu Gul Çubukçu û gelek jin tev li bernameyê bûn. Wêneyên Akarsel hatin daliqandin û sînevziyona qala têkoşîn û jiyana wê dikir hat nîşandan. Jinan di bîranînê de dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Parlamenter Burcu Gul Çubukçu di bernameyê de axivî û diyar kir ku Nagihan Akarsel mîrateyek bêhempa li pey xwe hiştiye û berzkirina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li pey Nagihanê gelek bi wate ye û xwedî li mîrateya wê derkevin.