30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rosîm: Nagîhan her dem fêr dibû û fêr dikir

Endama Akademiya Jineolojiyê Rosîm Hesen têkildarî jiyana Rojnameger û Akademîsyen Nagîhan Akarsel diyar kir ku ew bi hezkirin, eşq û hêviyek mezin têdikoşiya û wê her dem fêr dikir û fêr dibû

Endama Akademiya Jineolojiyê, nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel sala borî di 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyeyê li pêş mala xwe bi sûîqestekê hat qetilkirin. Rojnamevan Nagîhan Akarsel, li bakurê Kurdistanê demek dirêj rojnamegerî kir. Piştî derbasî başûrê Kurdistanê bû hem rojnamegerî kir, hem jî di Akademîya Jineolojiyê de li ser têkoşîn û dîroka jinê lêkolîn kir û analîzên kûr nivîsand. Rojnamevan û akademîsyen Akarsel, bi nivîs, gotar û lêkolînên xwe bala hemû xwînerên xwe kişand ser xwe.
Li ser jiyan û têkoşîna rojnamevan Nagîhan Akarsel hevala wê ya xebatê Endama Akademiya Jineolojiyê Rosîm Hesen diyar kir ku wê Rojnamevan Nagîhan li xebatên jineolojî nas kir û wiha got: “Di sala 2017’an de me hev nas kir. Lê wekî kar me di sala 2021’an de bi hev re kar kir. Yekem nas kirina min bi heval Nagîhan re pir bala min kêşand. Em tenê çend saat bi hev re man lê ew çend saat ji bo min bi nirxnê sala bû. Ji ber ku heval Nagîhan di destpêkê de cihê xwe çê dikir mirov wisa hîs dikir ku bi salane wê nas dike. Hinek nîqaşên me bi hev re çê bûn. Di wan nîqaşê de ez fêrî pir tiştan bûm. Ji ber ku heval Nagîhan bi rastî jî xwe gihandibû wê astê ku têr û tije bû. Yek deqeyên wê vala ne diçûn. Her di nava lêkolîn, lêpirsîn, fêrbûn û fêrkirin debû. Ji bo wê jî nîqaşên wê pir serinc kêş bûn( balkêş). Wê demê min ji xwe re got ezê pir bextewer bim ku ez pêre kar bikim ji ber ku hevaleke wisa ye mirov her hez dike pêre be.”

Li hemberî her tiştî pir hişyar û baldar bû

Rosîm Hesen bal kişand ser bîranînên xwe yên sala 2021’an û wiha berdewam kir: “Bi awayekî fermî min û Nagîhan me bi hev re li başurê Kurdistanê xebatên jineolojî da meşandin. Dema ku em bi hev re bûm wê demê hê zêdetir min kesayet û sekna heval Nagîhan nas kir. Di jiyanê de hevaleke pir hişyar bû. Li hemberî her tiştî pir hişyar bû. Li hember hemû hûrgiliyên jiyanê baldar bû. Dema ku ferq dikir tiştek heye yekser dihat mudaxele dikir. Bi rêbazên pir cuda ev tişt çareser dikir. Li hemberî hevalên xwe jî pir hişyar bû. Dema ferq dikir ku hevalek ne rehete yan jî pêwîstiyên wê bi alîkariyê heye bêyi ku ew heval tiştek bibêje heval Nagîhan ferq dikir û diçû destê alîkariyê dida.”

Jiyana wê her dem têkoşîn bû

Endama Akademiya Jineolojiyê Rosîm Hesen destnîşan kir ku hestên Nagîhan pir bi hêz bû û wiha axivî. “Hestên Heval Nagîhan pir bi hêz bûn. Pir caran pêwîst ne dikir ku mirov tiştekî jêre bibêje. Hest dikir û bi rêbazên xwe yên dewlemend ew tişt çareser dikir. Jiyana wê her dem tekoşîn bû. Her digot pêwîste em xulek bi xulek tebikoşin. Nabe ku em wextê xwe vala derbas bikin. Pêwîste ku em her xwe pêşbixînin û li hemberî paşverûtiyên bi awayekî zanistî bisekinin. Ji bo wê her bi xwe re û bi hevalên derdora xwe re di nava tekoşînê de bû. Bi taybet jî li ser xwebûn radiwestiya. Her digot ‘Pêwîste ku em bighêjin xwebuna xwe, heya ku em wekî jin nebin yên xwe em ê nikaribin ji koletiyên jî rizgar bibin’. Li ser vî esasî jiyana bi Nagîhan re her perwerde bû. Çi fêr dibû yekser dihat bi derdora xwe re parve dikir. Dema ku tiştek ji pirtukekê bixwenda, yan tişte bi bihîsta, yan ger bi kesekî re çi zarok, çi jin, çi mêr yan jî dayike û bavek fêr biba dihat yekser bi her kesî re parve dikir û nîqaş li ser vî tiştî dikir û nêrîn fikirên xwe li ser zêde dikir. Digot wisa dibêjin lê em bi awayekî jineolojî çawa temaşe dikin û çawa şîrove dikin. Bi vê rêbazê bi xwe jî lêhûrbûn dikir û derdorê xwe dixiste nava lêhurbunê.

‘Name em yek xulekê vala derbas bikin’

Rosîm Hesen der barê tekoşîna Nagîhan a der barê jinê û dîsîplîna jiyanê de jî axivî û wiha lê zêde kir: “Her kar dikir û xebat dida meşandin. Baweriya wê hebû ku wê sedsala 21’mîn bi azadiyê jinê tacîdar bibe. Ji bo wê jî digot ‘Pêwîste em wext baş binirxînin. Nabe ku em vala yek xulekê derbas bikin. Ji ber ku ger em wisa nekin em ê nikaribin rexnedayînê bidin dîrokê. Ji ber em di pêvajoyekî dîrokî re derbas dibin û ev pêvajo pir kar û xebat ji me dixwaze. Ji bo wê jî pêwîste ku em di ferqa vê erka xwe dibin û wisa tevbigerin.’ Ji bo wê jî tişta herî zêde bala min dikêşand, heskirina wê ya jiyanê bû. Bi aşk li jiyanê meyze dikir. Tu carî ne digot ez westiya me, yan ez ne rehetim. Berovajî wê her digot ‘Ez îro pir kêfxweşim. Hîs dikim îro rojekî nû ye ji bo min. Pêwîste ez vê roja xwe baş binirxînim û baş kar bikim.’ Bi kurtasî ji destpêka ku ji xew şiyar dibû wisa bi hêvî û rû ken digot ‘Roj baş’ û dest bi rojê dikir. Yek ji axaftinên wê ku tu carî ji bîra min naçe ew bu digot ‘Her roj ji bo min rojbunekî nû ye û ez bi hez kirin roja xwe destpê bikim’.”

Li ser her tiştî lêkolîn dikir

Endama Akademiyê Rosîm Hesen bal kişand ser aliyê Nagîhan ê lêkolînê û wiha berdewam kir: “Bêguman heval Nagîhan yek ji jinên lêkolînvan bû. Li ser her tişt lêkolîn dikir. Tu tiştek ji bo wê bê lêkolîn derbas ne dibû. Dema ku tiştek fêr dibû jî digot ‘Ez îro pir bextewerim ji ber ku ez fêrî tiştekî nû bûm.’ Ji bo wê jî pir hez dikir ji lêkolînê. Bi taybet jî lêkolînên li ser jinê. Li ser vî esasî her hewil dida ku heqîqeta jinê ronî bike. Bi vê armancê berê xwe da her derê kurdisatan û lêkolîn kir. Li Bakur û Rojhilatê Suriye li ser jinên kurd lêkolîn kir. Li Şengal li ser jinên şengalê lêkolîn kir. Li Başurê kurdistan jî li ser jinê lêkolîn kir. Pir berhem û encam jî derxistin. Mirov dikare bêje ku Heval Nagîhan şopdara heqîqetê bû û her li dû heqîqetê jî beziya. Bi taybet jî ji bo ronîkirina heqîqet û dîroka jinên pir kar xebat da meşandin. Her di hewildanê pirojên nû debû ku vê dîrokê ronî bike.”

Dixwest dîroka jinê ronî bike

Hesen, destnîşan kir ku piroja herî dawî ya Nagîhan ku li ser kar kir jî navenda arşîv, lêkolîn û pirtukxana jinên kurd bû û wiha pêde çû: “Armancê wê ji navendê ew bû ku ev navend bibe pirek ji bo ronîkirina dîroka jin. Ev navend bibe cihek ku jinên çar parçeyê Kurdistanê lê kom bibin. Xwe nas bikin. Dîroka fêm bikin û bi nivîsinin. Axaftina wê ew bu digot bila kes nebêje jin tune ye. Dîroka jin nîne. Yan jî berhemên jin nînin. Em ê bi vê navendê her tiştî kom bikin. Arşîv bikin û bikin malê dîrokê. Êdî jin bi ser bilindî dikare bêje ku em hene û dîroka me heye. Bi vê xeyalê avakirina vê pirojê kir û kedekî mezin da ji bo avakirina vê navendê. Bi sedan kesî re nîqaş da meşandin. Bi jinên rewşembîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, pirofêsor, dayikên bi temen û xwedî azmun re li her çar parçê Kurdistan re nîqaş kir. Di encamê wan nîqaşan de kevirê esas yên navendê danî. Dema ev kar diktir pir bi heyecan bû. Heycanê wê di rûyê wê de jî diyar dibû. Bi kêfxweşiyekî mezin digot ‘Em ê dîroka xwe binivîsînin. Em ê xwe nas bikin û bibin yên xwe wekî jin.”

Bi hezkirin, eşq, armanc û hevî dixebitî

Hesen, anî ziman ku bi rastî jî heval Nagîhan encam digirt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dest davêt kîjan karî di wî karî de encam digirt. Dema min jê pirs dikir û min digot heval Nagîhan tu çawa wisa encam diger sirê te çi ye? Digot ‘Eger ku mirov xwedî bawerî be, tişta ku dikî bi bawerî û hezkirin bikî wê demê mirov encamê jî digire. Hezkirin, eşq, armanc, hêvî û bawerî tiştên esasî li gel heval Nagîhan bû. Bêguman dijmên hezar salan ên gelê kurd û bi taybet jî dijmên jinê ev tişt ferq kir. Hêz û baweriya heval Nagîhan ferq kir. Bandora wê li ser civak û bi taybet li ser jin ferq kir. Ji bo wê jî heval Nagîhan kir hedef. Ji ber ku êdî sîstem û hişmendiya desthilatdar jî baş dizanin ku ger jin azad bibe û civak bi tevahî azad bibe. Ev jî ji bo sîstema wan metirsiyekî mezin. Ji bo wê jî li ku derê dema ku dengê jinên bilind dibe tê hedef kirin. Heval Nagîhan jî yek ji wan jinên tekoşer, lêkolînvan, rojnamevan û rêbwarên heqîqeta jinê bû. ji bo wê jî, ji milê dewleta tirk ya faşîst ve bû hedef û hat qetilkirin.”
Dijmin negihişt armanca xwe
Rosîm Hesen destnîşan kir ku dijmin bi qetilkirinê negihişt armanca xwe û wiha bi dawî kir: “Bêguman bi hedefkirina heval Nagîhan dijmin nagihêje aramancê xwe. Berovajî wê bi hezaran Nagîhanên ku rêka heval Nagîhan dewam bikin çê bûn. Îro ger em li vir jiyana heval Nagîhan tînin ziman û em tekoşîn û xewn û xeyalên wê dewam dikin ev mesajeke ji bo dijminê jinê ye ku Nagîhan na mire. Nagîhan her heye û wê her bijî. Bi vê bîr û baweriyên em ê rêka heval Nagîhan dewam bikin û tekoşîna wê bi azadiyê tacîdar bikin. Jin jiyan azadî.”