7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ked û afirandina jinan wekî ya Xwedawendan e!

Ji şêwekaran Ayşe Karacadag der barê xebata xwe û mijara tabloyên xwe de diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve weneyan xêz dike lê sê salin ku bi profesyonelî şêwekariyê dike

Li Qonaxa Zerzevanê ya Sûra Amedê pêşengeha bi navê “Nexşê Dîrokê” hat pêşandan. Di wêneyên pêşengehê de, mijarên çand, dîrok û mîtolojiya kurdan hatine xêzkirin. Di pêşengehê de tabloyê ku ji aliyê Ayşe Karacadag, Kasim Adiguzel û Adrew Collîns ve hatin xêzkirin cîh girtin.

Ji şêwekaran Ayşe Karacadag der barê xebata xwe û mijara tabloyên xwe de axivî. Ayşe Karacadag diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve weneyan xêz dike lê ev sê salin ku bi profesyonelî şêwekariyê dike. Karcadag li ser xebat û şêweya xwe ev tişt anî ziman: “Wêne xêzkirin ji bo min tiştekî jêneveger bû. Kêyfa min pir ji xezkirina wêneyan re dihat. Min her tim xêz dikir. Di destpêkê de min karîkatoran xêz dikir. Ji ber ku min xwe di xêzkirina karîkatoran de nedît min dev ji berda. Piştre ez ketim nav boyaxê û min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Min dixwast mîtolojiya kurdî xêz bikim. Armanca min ew e ku ez wê mîtolojiyê bidim nîşandan.”

Kurdistanê vedibêje

Karacadag anî ziman ku wê pir  xwastiye li Amedê pêşengehê veke û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev pêşengeha 5’emîne ku ez vedikim. Min peşengehên din li Stenbol, Enqere û Rihayê vekir. Ji bo min vekirina pêşengeha li Amedê pir girîng û watedar bû. Xeyala min bû. Ez niha pir şadim. Pêşengehên din wekî vê têr û tije rastî eleqeyê nehat. Bala wan nedikişand. Ji ber ku mijara tabloyên min li ser vê axê ye. Lewma jî ji aliyê gelê vê axê ve rastî aleqeyek mezin hat.”

Xwest paşerojê xêz bike

Karacadag,  destnîşan kir ku ew dixwaze tiştên ku bi windabûnê re rû bi rû mane bi hunera xwe careke din bîne peşberî gel û wiha domand: “Beriya ku pêşengehê vekim, min digot wê ev pêşengeh bala Amediya gelekî bikşîne. Ji ber wê ez gelekî kelecanî bûm. Pêşengeh wekî min texmîn kir derbas bû.  Gelek kes hatin û tabolêyên min jî şîrove kirin. Çimkî ew mijarê tabloyan xîtabî wan dikir.”

‘Li gorî min realîta Xweda jin e’

Karacadag bi lêv kir ku wê di tabloyên xwe de xwestiye ku bêtir keda jinan, mîtolojiya kurdan, dîrok, çand û mûzîkê derxe pêş. Karacadag bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelek çîrokê me li ser jinan û çandê hene. Lê her ku diçe ev çîrok winda dibin. Mesela çîroka pîrevokê, sedsal berê jî dihat gotin. Lê her ku diçe êdî ji ser zimanan radibe. Ew çîrokê berê hemû jî bingeha wan heye û li ser tiştekî hatine gotin. Mesela ew deqê li ser rûyê jinên kurd. Ma qey ew bêwate ne? Na. Her deqek xwedî çîrok e. Ez jî hewil didim çîroka her nirxên li ser vê erdê di tabloyên xwe de bidim der. Mesela dibêjin ku Xwedê mezine, kes nagihêjê. Lê ez wisa nafikirim. Ked û afirandina jinan wekî ya Xwedê dibînim. Li gorî min realîta Xweda jin e. Di tabloya xwe ya Xwedawend û jina ku zarok dimêjîne min ev da der. Çêkirina vê taboyê jî bi qasî 3 mehan dema min girt.”