27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê Rêveberiya Xweser bê nasîn

Der barê girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser de, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Bedîa Erabo banga naskirina Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser wekî çareseriyeke ji aloziya Sûriyeyê  pênase kir.

Hevseroka Meclisê Bedîa Erabo da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe, qonaxeke hesas e, ji ber ku herêm ji her alî  ve bi taybetî rastî êrîşên dewleta tirk ve tê û Tirkiye dixwaze projeya Rêveberiya Xweser ji holê rake û wiha lê zêde kir: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê di her warî de bi saya xwîna şehîdan serkeftineke mezin bi dest xist, ji ber vê yekê hemû dewlet hewl didin vê projeya ku ji bo bidestxistina mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û sîstemeke demokratîk û biratiya gelan pêk aniye, têk bibin. ”

Erabo destnîşan kir ku berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ û êrîşên dewleta tirk de, ji hemû cîhanê re piştrast kir ku ev şoreş şoreşeke demokratîk e.

Bedîa Erabo da zanîn ku vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hemû êrîşên ku hewl dan vê projeyê têk bibin, bi ser ket û wiha domand: “Divê hemû welat û civaka navneteweyî piştgiriyê bidin projeya Rêveberiya Xweser, ji ber ku gelek serkeftin bi dest xistin û ev yek ji cîhanê re aşkera ye. ”

Erabo diyar kir ku ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, dewleta tirk her cure sûcan pêk tîne, ji aliyekî ve destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û ji aliyê din ve jî bi armanca têkbirina projeya vê şoreşê êrîşî herêmê dike û got ku ji bo şerê li Sûriyeyê bê rawestandin divê Rêveberiya Xweser bê naskirin

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Bedîa Erabo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, ji ber ku karîbû pêkhateyên herêmê bi rêxistin bike, mafê her pêkhateyekê bide û herêmê ji hemû êrîşan biparêze. Divê Rêvberiya Xweser were naskirin, ji ber ku ew dikare aloziya Sûriyeyê çareser bike û sîstema demokratîk ava bike.”