7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diz û xwediyê malê

Hesen Hemkê

Carekê malê mirovekî tê dizîn. Mêrik diçe gilî dike. Polîs tên mala wî kontrol dikin û dibînin ku diz kunek di nêzî destikê derî de vekiriye. Piştî wê xwediyê malê ji polîsan re dibêje: Min her tişt fêm kir lê ew diz çawa di kuna biçûk re ketiye nava mala me, ez pir wê yekê meraq dikim. Her çendî ew pepûkê xwediyê malê bîr nebe ku di wir de derî vekiriye lê diz karê xwe baş dizanin. Îca ev jî mesele AKP û kordînasyona HDP û saziyên sivîl ya berhevkirina alîkariyan e.

Piştî ku bi kedeke mezin û fedekariyeke bêhempa alîkarî ji nava gel dan hev, AKP hat û qeyûmek xwe avêt ser vê kordînasyona alîkariya mexdûrên erdhejê. Ji bo ku hem wan alîkariyên bi navê xwe belav bikin û ji xwe re weke alaveke propagandayê bi kar bînin. Lewre ew kordînasyon weke xwediyê malê ne bi kêrî diziyê tên û ne jî dikarin sûdê ji êşa gelê xwe bigirin û ji xwe re bi kar bînin. Loma jî hewcedarî bi yekî profîsyonel hebû û qeyûmek ji bo wî karî destnîşan kirin.