5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destar

Xwîner û şopînerên rojnameya Xwebûnê yên ezîz û bi rêz. Me di nivîsa xwe ya bûrî de,bahsa tenûrê kiribû.Tenûr û nanê tenûrê, girîngiya kevaniya malê û kevneşopiyên di jîyana kurdewariyê de!

Belê xwînerên ezîz, em ê vê carê bahsa destar û girîngiya destar di çanda kurdan de bikin. Amûrekî bi çi rengiye,destar?

Destar ji du kevirê gulover ku ji destê kevirşehan bi hostatî derdikeve û bi kedek zor û zahmet bi alîkariya mûrc û çakûç, dest û pêçîkên hosta ê qelişî tê holê. Bi piranî ji kevirên reş ê Qerejdaxê têne çêkirin û hinek jê jî,ji kevirên sipî ê herema Mêrdînê tên çêkirin

Hostayê ku bi sebreke mezin  bi alîkariya mûrc û çakûç kevir li vî alî û wî alî werdigerine û di niqirîne.

Me gotibû destar ji du Feran pêk tê. Ser û bin. Herdû fer jî di şeklê tekerlekê erebê dene,hosta di ortê de kunekê vedike darekî mazî tê de diçikîne û fera ser jî dîsa kunek di ortê de vedike, dema didin ser hev darê di ortê de çikandî di kunê re derbas dibe û herdû ferê destar dikevin ser hev. Di fera ser de jî  di qeraxa wê de kunekê vedike, darek bi qasî du buhusran tê de bi cîh dikin.

Êdî destarê me amadeye ji boyî hêrana, dahan  û savar.

Bigotina îro serê havin û paîzê ye, Jinê gund amadekariya dexl û danê zivistanê dikirin. Wê rojê dora kelandina savar a dayika Fatê bû

Sibê zû radibû, bi nava gund diket, sîtilên gundiya li hev vedihewand û li ber çem an jî bîrê, kuçik dikir rêz û sîtil  didan ser kuçikan, genimê sorgul dişuşt û bera sîtila dida,  ser tijî av dikir û agir dida binî.

Bi qeysa du sê seatan di keland, genim dema dikeliya zer dibû û dinepixî, sîtil hetanî ber dev tijî dibûn. Bêhna savarê li temamê gund belav dibû

Zarokên gund, radihiştin satil tas û sênîkê xwe û xwe li bêhna danoka digritin û ber bi sîtilên savar de bazdidan .Wiha digotin, tevda bi hev re.

Bêhna savar çi xweşe

Kevanî çi rû geşe

Wê bide me tasek dahno

Em ê lêkin xwê û rûn

Wê bereket têkeve malê

Bimîne hetanî salê

Wê demê dayika Fatê tas û sênîkê wan ji destê wan digirt û tije savarê kelandî dikir û zaroka bi kêfaxweşî berî didan malê.

Belê savarê dihate raxistin, di cend rojan de hişk dibû, niha dema kutana savar bû , ciwanên gund li hev kom dibûn li dora curnê  kevir.

Bi qeysa olçekekê savarê xwe şil dikirin bera curnê kevirîn didan û du ciwan li hember hev li ser pîya radiwestiyan, radihiştin mirkutan û li wî savarê di curn de didan ber mîrkutan

Dema ku dikutan, weha digotin.

Hum û haaêê, dan kutta êê.

Danê meye, pelkute ye, axa nexwe besî me ye.

Hayy humm ,hayy hummm.

Bi vî rengî hetanî ku ew savar diqeşirî,

Paşê li ber bê dixistin û êdî ji boy hêrana destar amade bû.

Êvarê dayika Fatê zarokek bi nava gund dixist û weha temîn dikir.

– Bêje îro dora destar a mala dayika Fatê ye!

Êvarê keç û xortên gund tevek kom dibûn, li ber ronahiya lampeya gazê

Cileka mezin li nava xaniyê malê radixistin,destar datanîn ser û du ciwan li hember hev rûdiniştin,bi destikê destar digirtin û bi hêla biya digerandin û di ber re jî heyranok digotin.

Berê kecikê dest pê dikir.

– Navê delalê min Elî ye

Destikê destar ji gula sipî ye

Ya li hember çî sipehî ye,,

Îcar lawik digor.

– Min keçek dî, li ber destêro

Xizêm şore guhar zêro

Xulama xala gerdenê

Li vî gundî ew bi tenê!

Bi kêf û henek û ken derbas dibûn, şevên reş û dirêj.

Dengê heyranoka weke melodiyekê bi nava dengê destar diket,

Destar digerandin bi dest û milan,fesadi û hesûdî û xerabî nediket dilan.

Heft  xwezî bi wan rojan.