4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA piştevaniya xwe ya bi jinên mexdûrên erdhejê re didomîne

Li herêma erdhejê TJA piştevaniya xwe ya bi jînên mexdûr re didomîne. Heşavedara Silopiyayê Adalet Fîdan da zanîn ku pêdiviya jin û zarokên li herêmên erdhejê bi bincilan heye û banga piştevaniyê kir.

Di ser erdheja ku di 6’ê Sibatê li Gurgumê pêk hat re 20 roj bûn. Li herêma erdhejê hê jî pirsgirêkên mezin hene. Piranî jî jin û zarok pirsgirêkan dijîn û gelek pêwîstiyên wan nayên bersivandin. Ji bo ku ji van pirsgirêkan re bibe çare Tevgera Jinên Azad (TJA) piştevaniya xwe ya bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re didomîne û piştevaniyê roj bi roj mezintir dike. Di vê çarçoveyê de wê jî îsal jîn ji bobernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê biçin herêma erdhejê û piştgirî bidin jin û zarokên mexdûrên erdhejê.

Li navçeya Bazarcix a Mereşê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşad Canbaz Kaya, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan û jinên dilxwaz, kon bi kon digerin û pêwistiyên mexdûrên erdhejê tespît dikin. Hevşaredara Silopiyayê Fîdan, da zanîn ku dema li nav konan geriyane, tespît kirine ku pêdiviya bi cil û bergan a jin, zarok û zilaman nehatiye pêşwazîkirin û diyar kir ku pêdiviya mexdûrên erdhejê bi cil û bergan heye.

Bi domdarî Fîdan, destnîşan kir ku hewcehî bi şampûan, sabûn, alavên din ên paqijiyê, bi melhemên dest-rû û bincilên jin û zarokan heye û ev tişt gotin: “Pêşengtiya kampanyaya alîkariyê ya bi herêmên erdhejê re jin dikin. Ev nêzî hefteyeke bi taybet jî ji bo jin û zarokan alîkarî tên kirin û ev alîkarî dê bidomin. Dê di 8’ê Adarê de pêdiviyên jinan bên pêşwazîkirin û em ê mil bidin milên hev. Em ê ji vir û şûnde heta hemû pêdiviyên mexdûrên erdhejê tên pêşwazîkirin, dê kampanyayên xwe ji bo jin û zarokan bidomînin.”