4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Licê koçkirina bajaran li mexdûrên erdhejê tê ferzkirin

Erdheja ku li Mereşê çêbû li navçeya Licê jî bû sedema hilweşandina avahiyan. Li mezrên Şurtêmevnê û Kortê yên gundê Çemê Elikan ê Licê bi giştî 22 avahî bi bi tevahî hilweşiyan û koçkirina bajaran li gundiyan tê ferzkirin.

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên  Bazarcix û Elbistan ên Mereşê du erdhejên mezin pêk hatin. Van her du erdhejan bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Yek ji van bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûbû Amed bû. Li navenda Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji bilî navenda Amedê li navçeya Licê jî xesar gihîşt çend gundan.

Li Mezrayên Şurtêmevnê û Kortê yên gundê Çemê Êlîkan xesareke mezin gihîştiye avahiyan. Li mezraya Şurtêmevnê 18 avahî û li mezraya Kortê 4 avahî temamî û li gundê Çemê Elikan bixwe jî gelek hilweşiyane. Ji ber vê rewşê gundî di vê sir û seqemê de di konan de dimînin. Şêniyên Çemê Elikan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û gilî û gazinên xwe anîn ziman.

Şêniyê gundê Çemê Êlikanê Mehmet Oyunlû (78), diyar kir ku dema erdhej çêbûyenikaribûye derkeve derve û  wiha got: “Li gund tiştekî bi tu kesî nebû, lê avahî hemû xesar dîtîne û hilweşiyane. Konên ji me re hatine şandin bi kêrî me nayên. Em 12 kes di konekî de dimînin. Hejmar pir e, lê kon biçûk e. 6-7 zarokên biçûk hene, ji bo wan pir zehmet e. Dema baran dibare kon dilop dike. Em konekî din davêjin ser ji bo dilop neke. Ji bo şûştinê û pêdiviyên din em ji bêgavî dikevin xaniyên xesardîtî.”

Vegeriyane gundên xwe

Di berdewamê de Oyûnlû, destnîşan kir ku dewarên wan jî hene û dema ku ji bo dewarên xwe ji AFAD’ê konan xwestine AFAD’ê kon nedaye wan û ji wan re gotine ku koçî bajêr bikin û ev tişt gotin: “ Em nikarin li bajêr bijîn. Tu meaşekî me nîn e. Li vir bostanên me hene, em dikarin çandiniyê bikin û debara xwe bikin. Em dest ji gundê xwe bernadin û naçin tu derî jî. Di sala 93’yan de gundê me hat şewitandin. Wê zivistanê me bar kir, em çûn Amedê. Me dît em nikarin li bajêr debara xwe bikin, em cardin vegeriyan gundê xwe.”

Çareseriyê dixwazin

Şêniyê mezraya Şurtêmevnê Haci Raif Yakaci (69) jî bi lêv kir ku konên ji wan re hatine şandin bi kêrî wan nayên û wiha axivî: “Em dixwazin konteyneran bidin me. Lazmatiyên ji bo şûştinê bidin me. Gundê me 18 mal in. Hemû mal xesar dîtine. Qeymeqam ji me re dibêje bar bikin biçin Licê. Qeymeqam got, ‘Li wir salona werzîşê heye û em ê we li vir bi cîh bikin. Yan jî herin bajêr em ê heqê kirê bidin.’ Nizanim bê ev çi qas rast e. Lê em vê biryarê qebûl nakin. Em ê ajalên xwe li ku bihêlin û biçin. Bila avahiyên me û gomên me çêkin. Em dest ji gundê xwe bernadin. Em çareyekê dixwazin.”

Li heman mezrayê Medîne Yakaci jî da zanîn ku xaniyên wan xira bûne û wiha got: “Divê xaniyê me bên çêkirin. Ma em ê heya kengî di konan de bimînin. Heke ew karibin di vê sermayê de di konan de bimînin, em ê jî bikaribin bimînin. Na, nikaribin nexwe bila xaniyên me çêkin.”

Berê jî du salan di konan de maye

Mûstafa Yakaci (83), got ku heke rayedar bixwazin dikarin avahiyan çêbikin û ev tişt anîn ziman: “Em xanî dixwazin. Piştî erdhejê ji bilî kon, sobe, betaniyan û hinek xwarin tu tişt nekiriye. Li çadiran ceyaran nîne. Em naxwazin ku ji gundê xwe derkevin. Em dest ji axa xwe bernadin. Em ê biçin ku? Di erdheja Çewligê de jî xaniyê min xesar dîtibû. Xaniyên min 2 qat bû, hemû dîwar hilweşiyan lê stûn saxlem bûn. Wê demê em tirsiyan. Em neketin xaniyê xwe. Em 2 salan di konan de man.”