4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî ELN rêxistineke çekdarî ya siyasî ye

Di çarçoveya danûstandinên aştiyê yên nû de ku bi hewldana serokkomarê çepgir Gustavo Petro hatin destpêkirin de hikumetê Kolombiyayê statuya 'rêxistina siyasî ya raperîner a çekdar' da ELN'ê.

Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Hikûmeta Kolombiya û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) de didomin. Beriya niha ELN’ê ji bo ku komên çekdar ên mîna narkotrafîk cuda bê nirxandin ji hikûmeta Kolombiyayê daxwaz kiribû ku weke rêxistineke siyasî bê qebûlkirin. Her wiha weke şert jî gotibû ku heke ev daxwaza wê neyê qebûlkirin wê ji danûstandina vekişe.

Ev daxwaza ELN’ê ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin. Hikûmeta Kolombiyayê statuya ‘rêxistina siyasî ya raperîner a çekdar’ da ELN’ê. ELN’ê, li ser hesabê xwe yê Twitterê biryara ‘Naskirina hiqûqî ya ELN’ê weke rêxistineke siyasî ya çekdar a raperîner’ silav kir. Heyetên her du aliyan biryar dan ku di pêvajoya danûstandinan de rêyeke têkilî û ragihandinê bixin meriyetê.

Tûra dawî ya danûstandinên di navbera aliyan de di 13’ê Sibatê de li Mexicoyê dest pê kir. Di rojevê de jî agirbesta dualî heye. Şîlî, Venezûela, Norwêc, Meksîka û herî dawî jî Brezîlyayê bi erka garantoriya pêvajoya aştiyê rabûn. Ev pêvajoya diyalogê li gel Swêd, Almanya, Swîsre, Spanya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konferansa Pîskoposiyâ ya Kolombiyayê tê meşandin.

Danûstandinên navbera hikumetê û mezintirîn tevgera herî dawî ya gerîla ya welêt, piştî qutbûna ji çar salan di Mijdarê de li Cararasê ji nû ve destpê kiribû. Tûra destpêkê bi berdana girtiyan û ragihandina hin çalakiyên mirovî bi dawî bû. Lê belê li ser agirbestê lihevkirin nebû bû.

Ji ber êrîşên hêzên dewletê ku destpêka salê hatin kirin, hevdîtin jî rawestiyan. Di 30’ê çileyê de di operasyoneke artêşa Kolombiyayê de 9 endamên ELN’ê jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomar Gustavo Petro destpêka salê li ser agirbesta şeş mehan a bi komên çekdar û çeteyên narkotrafîkê daxuyaniyek dabû. Piştî sê rojan ELN’ê ragihand ku bi hikumetê re ti agirbest nekiriye û piştî sê rojan jî agirbest betal kiribû.

Tê gotin ku ELN xwedî 3 hezar û 500 endamên çekdar û tevneke berfireh a piştevaniyê ye. Tevgera gerîla ELN li 32 bajarên Kolombiyayê herî kêm li 22 bajaran çalak e.