4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li konên erdhejê yên Amedê nexweşiya gurîbûnê dest pê kir

Ji Rêveberiya Navenda Krîza Erdhejê ya Amedê Hevserokê Şaxa SES’ê Şiyar Guldîken, der barê rewşa tenduristiyê ya piştî erdhejê de da zanîn ku li Amedê qadên kon li wan hatine danîn nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye.

Di 6’ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên pîleyên 7.7 û 7.6 pêk hatin. Her du erdhejê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn sedema hilweşandin û xesarên mezin. Li herêma erdhejê bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 hezar kes jî birîndar bûn. Li herêma erdhejê di hêla tenduristiyê de gelek nexweşî peyda bûne. Ji Rêveberiya Navenda Krîza Erdhejê ya Amedê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û da zanîn ku li Amedê nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye..

Guldîken, bi bîr xist ku li Amedê 409 kesan jiyana xwe ji dest daye lê hejmareke zelal a kesên nexwşe nizanin. Guldîken, diyar kir ku sedema vê jî ew e ku rayedar êdî bi Navenda Krîza Erdhejê ya Platforma Piştevanî û Parastina Bajar a Amedê re agahiyan parve nakin. Guldîken, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwe wergirtine; niha li Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê derdora 50, li Nexweşxaneya Welidîn û Zarokan jî hinek kesên di bin temenê 18 saliyê de tên dermankirin.

Bi domdarî Guldîken ev agahî dan: “Ji van kesan hinekan lebatên laşê xwe winda kirine û empute ne. Piştî ku nexweş ji derve jî anîn Amedê, rêjeya tijebûnê ya nexweşxaneyên Amedê derket ji sedî 60’ê. Lê hejmareke zelal di destê me de nîne. Bi taybet jî di polîklînîkên psîkiyatrî û beşa lezgîn de gelek kes hene.”

‘Malbatan neçarî konbajaran dikin’

Di berdewamê de Guldîken da zanîn ku li Amedê 7 konbajar hatine avakirin û wiha pê de çû: “Tevî hemû rexneyên me jî li qeraxê Çemê Dîcleyê konbajar ava kirin û niha jî dixwazin malbatan bibin wê derê. Rewşa malbatan ji xwe baş nebû û dê niha nebaştir bibe. Weke mînak ev du roj in xwarinê nadin wan. Me ev anî ziman û wan jî got; ‘hewcehiya wan pê nîne ku li wir bisekinin û em ê konan bişînin cihekî din.’ Weke ku bibêjin ‘ji bo keyfê li vê derê ne.’ Ev yek rewşa rêveberiyê nîşan dide.”

Nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye

Guldîken, bi lêv kir ku li qadên kon li wan hatine danîn nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li bendê ne ku di vê hefteyê de derkeve lûtkeyê. Midûrê Tenduristiya Gel bi xwe ev got. Ji ber ku em dizanin ku nexweşiya gurîbûnê zêde heye. Me tespît kir ku bi taybet jî li qadên gel komî lê dimîne, pîvanên hîjyenê hema hema tune ne. Li gorî me dê ev nexweşî zêde bibe. Her wiha pirsgirêka ava paqij, daşir û serşokê heye. Divê ev pirsgirêk tavilê bên çareserkirin.”