6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyva Sor a Tirk di erdhejê de kon firotine

Derket holê Heyva Sor a Tirk ku qaşo saziya alîkariyê ya dewletê ye, di erdheja Mereşê de 2 hezar û 50 kon firotine rêxistina bi navê AHBAP’ê ya ji aliyê hunermend tirk Halûk Levent ve tê birêvebirin.

Di ser erdheja ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê pêk hat re 20 roj derbas bûn. Di roja 20’an a erdhejê de agahiyeke balkêş ku gilî û gazinên mexdûrên erdhejê piştarast dike derket holê. Hat hînbûn ku di pêvajoya erdhejê de ku mexdûrên erdhejê li benda konan bûne Heyva Sor a Tirk ku qaşo saziya alîkariyê ya dewletê ye konên di destên xwe de li şûna bide mexdûran bi bihayê 46 milyon TL’yan firotiye rêxistina bi navê AHBAP’ê ya ji aliyê hunermend tirk Halûk Levent ve tê birêvebirin.

AHBAP’ê der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev agahî peyam parve kirin:

“Bi mebesta pêşwazîkirina pêdiviya gelê me ya bi konan, komeleya me li seranserî welêt bi fîrmayên konan çêdikin re peywendî danîn. Lê ji ber ku erdhejê bandor li 10 bajaran kir û hilweşîneke mezin hebû, tevahiya stokên van fîrmayan nekarîn pêdiviya gel pêşwazî bikin. Di destê wan fîrmayan de kon tune bûn û gotin ku dikarin herî zû hefteyek piştre bişînin.

Li ser vê yekê hevalên me bi Şîrketa Anonîm a Kon û Tekstîlê ya Heyva Sor re hevdîtin kirin. Em hîn bûn ku di destê wan de 2 hezar û 50 kon hene. Me jî peymana xwe îmze kir û rojek piştre di danê sibehê de kon şandin herêmên erdhejê. Dê kon ji 2 herêman bihatina. Li Erzînganê 1232 kon (8 TIR)  hatin ku ew li Semsûr û Mereşê hatin belavkirin û 918 konên ji Enqereyê hatin jî ber bi Hatayê ve hatin şandin. Kon di 10’ê sibatê de hatin barkirin û di heman şevê de hatin belavkirin.

Piştre me bi AFAD’ê re peywendî danîn û di mijara belavkirinê de ew agahdar kirin. Ji bo konên dê 5-6 roj piştre bihatina belavkirin jî me sîparîş dan fîrmayan û jê kirîn. Tevahiya hûrgiliyên vê di raporan de hatine qeydkirin. Dê ev rapor bi raya giştî re bê parvekirin.”