26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dizê aqil, ruh û sincê

Bahoz Azad

Berê şev tarî bûn lê mejî û dil ronî bûn. Dil û hest germ û geş bûn. Xeyal kûr bûn. Hevî zêde bûn. Ked pîroz bû. Afirandin pîroz bû. Ziman û çand bîra jiyanê bûn. Jiyana civakî xurt bû. Parvekirin û hezkirin zêde bû. Sinc û wîcdan, parazvaniya nirxên civakî dikir. Mirovan tenê rûyê hev nedidîtin. Ruhê hev jî didîtin û hîs dikirin. Tifaqa civakî pir xurt bû. Cîrantî pir xurt bû û nirxê herî pîroz bû. Mirovan xweza, xwezayê jî mirov diparastin. Serfxurî heram bû. Hilberîn pîroz bû. Ji ber vê yekê bû ku yên ked û hilberîna wan kêm bûya, cihê wan di nav civakê de tune bû. Mirovan sewal, sewalan jî mirov xwedî dikirin. Mirovan keriyên pez, naxirên dewaran û kewarên mozên xwe di demsalên bihar û havînan de dibirin zozanên herî bilind û bi çîçekên herî bêhnxweş û ava herî pak û sar xwedî dikirin. Sewalan jî li hemberî vê keda mirovan şîr, penêr, hingiv û berhemên herî xweş didan mirovan û mirov bi berhemên xwe xwedî dikirin. Dengê av, ba, çûkan guh di zingirandin. Bêhna bax û bostan, gul û kulîlkan sermest dikirin.

Mirovan berê bi roj, bi hev re karên zibareyê dikirin, bi şev jî bi hev re di şevbuhêrkan de kom dibûn. Agir hebû, çira û fanos hebûn. Di şevan de li ber ronahiya çirayê, fanosê, lempê û lokizê civat geş dibû. Cîran li hev kom dibûn. Qala serpêhatî, çîrok, kilamên şer û evîniyê û boçûnên xwe dikirin. Her şev aqil û bîrên xwe nûjen dikirin. Bîrên xwe kûr dikirin. Mirov û mirov, mirov û sewal di nav hev de bi hev re bûn, jiyan hevpar bû.

Piştî zilam mudaxaleyî xwezayê kir, serdestî û serwerî li ser xwezayê kir. Zilamê serdestî li ser xwezayê kir, vê carê hikum li ser jin û civakê kir. Niha jî li ser navê xizmeta civakî, nûjenî, estetîk, xweşikî û pêşketinê, bêtir mirov û civaka bêaqil, bêsinc, bêruh, bêhest û bêked ava dike. Bêtir serfkarî, betalî, xizanî û nezaniyê bi pêş dixe. Zilamê li ser xwezayê serdestî bi pêş xist, serwext nebû ku ew xweza ye û xweza ew e. Ferq nekirin ku bi mudaxaleya xwezayê mudaxaleyî xwe dikin. Teknolojî bi pêş xistin, lê ked kuştin. Amûrê afirandinê bi pêş xistin lê afirandina mejiyê civakî kuştin. Ceyran afirandin, şev ronî kirin lê dil tarî kirin. Şev ronî kirin lê çav û mejî kor kirin.

Li ser navê xizmeta mirovan amûrên ragihandinê bi pêş xistin lê mirov bêtir ji hev dûr xistin. Seyare afirandin, telefon afirandin lê temasa mirovan cemidandin. Her ku li ser navê xizmeta civakê amûrên hilberîn, ragihandinê bi pêş xistin, bêtir mejî û çav kor kirin, beden teral kirin û ruh sist û mest kirin. Nexweşiya sersariyê belav kirin. Teqet û hewldan kuştin. Jiyana takekesî belav kirin û dîwarên bê kevir û ruh bilind kirin. Bi telefonên biaqil, mirovên bêaqil zêde kirin. Bi teknolojiya ragihandin û elektronîkê, mirovên robotî û elektronîk afirandin. Robotên bigoşt û hestî lê mirovên bêruh û mejî afirandin.

Ceyran hat bajar û gundan. Kolanên bajar, tax û gundan ronî kirin, mal ronî kirin lê dil, hest û raman tarî kirin. Jiyana kolektîf hilweşand, sinc rûxand û wicdan nehiştin. Bi ceyran û telefonên biaqil êdî civakek bêsinc, bêaqil, bêruh û kole afirandin. Bi ceyran û telefonê keda mirovan, aqilê mirovan, sinc û wîcdanê mirovan dizîn. Mirov û civaka bêruh, bêsinc û bêmejî, bêçand û bêziman ava kirin. Gelo haya me çiqas ji vê rastiyê heye?