27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dizê derpiyan

Em gundî dema kincên xwe dişon, hemûyan li derve radixin, havîn û zivistan hema li derve ne. Li derve her tiştên şil û zû zuha dibin, kincên me û cilên me jî li derve di bin tava havînê, li ber seqema zivistanê zû zuha dibin, li malê dereke em wan raxin û zuha bikin tune ye.

Li gund kes cilên kesekî/ê nabin, an em bêjin nadizin, ew cil çend şev û roj li derve dimînin, tenê dema baran dibare an jî bayek xurt were em wan radikin, wekî din heta ku zuha dibin li derve disekinînin. Îca van rojan dizek peyda bûye, ew diz tenê derpiyên jinan didize, niha ev çendeke tevî derpiyan gore jî têne dizîn. Yên min heta niha nehatine dizîn, dibe ku di demek nêz de yên min jî winda bin? Ev çend roj in cînara min Xasê bi dengekî nizim ji min re got: “Lê lê mehrumê. Derdekî min heye, ew derdê min jî qet nayê gotin. Ez nizanim ez ê çawa ji te re behsa derdê xwe bikim.”

Ev çend carin ez kincên xwe, cilên xwe dişom li paş malê radixim, piştî demekê gava ez wan radikim di nav de derpiyên min tune ne. Ez wan nabînim, carna difikirim, dibe ku min ew neşûştine yan jî ketine dereke ku ez nabînim. Lê na na. Ew ne ketine derekê, di nava malê de jî wenda nebûne. Dest û lingên wan tune ku rabin ji xwe re bimeşin?

Bi van gotinên Xasê, kenekî bêmane bi min girt, ez dikim û nakim nikarim xwe bidim sekinandin. Min got: “Kê/î kor bûye ku wan derpiyên te yên pizî û doxînkirî bidize, navrana hemû derpiyên te riziyayîne, wele kes wan nabe nake bela serê xwe. Dibe ku hinek se û kuçik, an jî pisîkên cînaran dibin, kê çi zane kê/î dizîne.”

***

Xasê pir bi min hêrs bû û got: “Keçê bi serê bavê xwe û serê bavê te sond dixwim di malê de derpî nemane ku ez li xwe bikim. Tu qerfên xwe, henekên xwe bi min dikî. Lê wale rast dibêjim. Dizê derpiyan hene…” Paşê ez fikirîm, dibe ku Xasê rast dibêje. Sibetirê min hinek cilên xwe (di nav de derpî jî) anî mala Xasê, min got: “Ka ware em van bişon û li derve raxin. Dûre jî heta sibê em xwe veşêrin, ka em binerin bê ew diz kî ne?”

Min û Xasê, me gotina xwe kir yek, cil şûştin li derve, li paş malê raxistin û em li benda dizê xwe ne.  Bû şeva nîvê şevê, me dît qeratiyek di nava kincan de digere, em hêdîka derketin paş malê, her yek me darek di destê me de ye, gava ku êrîşî me kir, em ê beriya darê destê xwe di nava pişta wî/wê de deynin. Pirte pirta dilê me ye, em hinekî jî ditirsin.

Gelo wê çi were serê me. Em hêdîka nêzîk bûn, min herdu milên wê girt û got: “Tu li çi digerî di vê şeva tarî de?” Dema me ew rûyê wê yê tirs dît, me herduyan jî gavek paş de avêt. Welhasil, berî çendekê hinek kes bi heywanên xwe hatin, konên xwe li jora gund vegirtin, hinek mirovên bêdeng bûn, di halê xwe de bûn. Di nav wan de bûkek teze jê re zarokek bûye. Hevjînê wê şivanê pez e. kKesekî wan tune ye ku ji bo zaroka wan qundaxekê çêke, lewma ew bûk jî dibîne ku derpiyên Xasê nerm in, şuştî ne, bi şev tê, wan ji zaroka xwe re dibe. Em pir ber ketin ew çîroka wê ya xirab. Sibetirê me ji bo zaroka wê çi ji destê me hat kir. Hemû cînar dor bi dor, ji bo wê û zaroka wê cil, xwarin û vexwarinan dibin. Niha Xasê bi dilekî rehet wan derpiyên xwe yên navran riziyayî li ber tavê radixe.