4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez ji aliyê zavê me

Hesen Hemkê

Carekê ez gelekî birçî bûm û şîva me dolme bûn. Dolmê bacanê reş ê hişkirî wek potînên eskeriyê ne. Qet ji wan hez nakim. Rabû min ji qestî got karekî min ê ecele heye hûn şîva xwe bixwin ez ê dereng werim malê. Di rê de bêhna cîger û kebaban li pozê min da lê min li bêrîka xwe nerî perê min têra çûna xwaringehê nedikirin. Dengê dawetekê hat. Min xwe li dengê dawetê girt. Ez çûm ber derî min daweteke bi mase ye anku xwarin jî heye. Hema ez ketim hundir û çûm li ser maseyekê ku çend kesên ixtiyar li ser rûniştibûn. Ez bi wan re rûniştim û bi çar çavan li hêviya xwarinê mam. Min dît xwarin hat ser maseyê û gelek tiştê xweş jî hebûn. Zilamê kêleka min ji min re got: “Tu yê kê yî?” Min got: “Ez ji aliyê zavê me.” Min dest bi xwarinê kir. Min dît ji nişkan ve zilamê ixtiyar got: “Kuro zavê çi û bûka çi ev dawetiyê û xwarin ne ji bo dawetê ye ji ber ku kurê min mezûn bûye û bûye doktor em vê xwarinê didin.” Zilam wiha berdewam kir û got: “De xwarina xwe bixwe heyra xuya ye tu ji bo xwarinê hatiye.” Dema mêrik wiha got ez bûm wekîş lepekî û kesên li ser maseyê tev bi min keniyan. Ew xwarin jî li min bû jehr.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê