Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daye, Saziya Îstîxbaratê ya Dewleta Tirk (MÎT) di 5’ê îlonê de li gundê Korzêlê yê Şêrawaya Efrînê bijîşkekê pisporê nexweşiyên dil Lazgîn Salih revandiye.
Li gorî nûçeyê çeteyên Ehrar El Şerqiye, beriya niha di 29′ê gulana 2018′an de bijîşk Lezgîn Salih ji malbata wî ya li navenda Efrînê revandibûne û malbata wî ji malê derxistibûne û kel û pelên wî yên klînîkê dizîne û piştî dayîna pereyan ew serbest berdabûne.