3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan biryara têkoşîna li dijî şer û tecrîdê dan

Partiya Çepên Kesk encamnameya Konferansa jinê ya Navendî bi raya giştî re parve kir. Jinan di encamnameyê de diyar kir ku dê lidijî tecrîd û şer têkoşînek berfireh bi hev re bimeşînin

Partiya Çepên Kesk der barê pêvajoya nû de konferansa jinê di 8-9’ê îlonê de li Navenda Çand û Prewerde ya Odeya Endezyarên Makîneyê (TMMOB) pêk anî. Civîn du rojan berdewam kir. Jinan piştî konfransa 2 rojan encamname bi raya giştî re parve kirin.

Jinan di encamnameyê de diyar kirin ku projeya wek sedsala Tirkiyeyê danîne holê bi tevahî dijminahiya jinê dike û  aşkeraye ku ev peyamenek dijminê jinê ye.

‘Divê tecrîd demildest bê rakirin’

Jinan di berdewamiya encamnameyê de destnîşan kirin ku politîkayên neçareseriya di şer de yekitiya gelê kurd û destkeftiyên demokratîk ên her derê cîhanê yê gelê Kurd hedef tê girtin û wiha berdewam kirin: “Desthilatdarî hewl dide bi vê polîtîkayê li ser piyan bisekine tecrîda Îmraliyê giran dike û hewl dide ku bi vê tecrîdê îhtîmala aştiyê ji holê rabike. Divê ev tecrîda ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digire demildest bê rakirin.”

Jinan banga têkoşîne li dijî tecrîdê kirin

Jinan di dirêjahiya encamnameyê de bal kişandin ser êrîşên li hember goristanan, şandina cenazeyên şervanên kurd ên bi kargoyê di qutiyan de, îşkenca li girtîgehan li ser girtiyan û wiha lê zêde kir: “Ev kiryar nîşan dide ku em bi dijminahiyek çawa re rû bir û ne. Li gelên Tirkiyeyê bi polîtîka şer û tecrîdê bêçaretî û xizanî tê ferzkirin. Em teslîmê van pêkanînan van ferzkirina nabin. Em ê wek jin li dijî şer û tecrîdê têkoşîna berfireh bihev re bihûnin. Em jin bi şîara ‘li dijî faşîzmê berxwedan rewaye’, wê li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan têkoşînê bilind bikin. Em ê têkoşîn awe bidomînin. Li dijî şer em ê têkoşîna jinê li her qadê bidomînin.

‘Em ê vê tecrîdê bişkînin’

Jinan, daxuyandin ku ew ê bi hemû pêkhateyên tevgerên jinan re li dijî vê dagirkirina pir alî bi hev re têbikoşin û wiha dirêj kir: “Em ê vê tecrîdê bişkînin. Em ê kêmasî û qelsiyên xwe temam bikin, şaşiyên xwe fêm bikin, xwedî li paradîgma xwe derkevin û qesliyên xwe çareser bikin, xwe nû bikin û pêş bikevin. Em ê bi biryarbûn berxwedana xwe ya ji bo avakirina jiyana nû têkoşîna xwe bidomînin. Em ê meclîsên jinan yên herêmî; bi hemû cudahiyan re bi hemû jinan re bi piştevanî û rêxistinî bi perspektîfa wekheviyê ava bikin. Em ê rêxistinbûna herêmî xurt bikin.”

Jin dê têkoşînê bilintir bikin

Jinan herî dawî di encamnameyê de li ser girîngiya têkoşînê rawestiyan û gotin: “Di vê meşa xwe ya têkoşîna jinan ya yekbûyîn de, em di hişmendiya ku peywirên dikevin ser me, de ne û em ê kêmasiyên xwe çareser bikin û carek din dibêjin ku di vê perspektîfê de têkoşîna xwe bilind bikin. Li dijî van êrîşên ku qestê hebûna me dikin û hewl didin me ji hemû qada jiyanê tûne bikin, em carek din dibêjin ‘em hene, em ê hebin’.”