7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dostê kurdan Demond Tûtû koça dawî kir

Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd a li Afrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê kurd Demond Tûtû di 90 saliya xwe de koça dawî kir. Serokkomarê Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa ragihand ku oldar Demond Tûtû jiyana xwe ji dest daye.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999’an serpîskopos Tûtû bi piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihat naskirin. Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya diyalogê di mijdara 2012’an de Înîsiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû. Yên ku destpêkê mohra xwe danîn bin vê înîsiyatîfê jî rêberê rûhanî yê Tîbetê Dalaî Lama, Serokê Sînn Feînê Gerry Adams, ji serokên berê yên DYE’yê Jîmmy Carter bû. Tûtû di sala 2014’an de dema ku êrîşên dagirkeriyê li ser Kobanê pêk hatin, li cem kurdan cih girt û beşdarî konferansên kurd ên li Parlamentoya Ewropayê bûbû.

Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanyaya ‘Dema wê hatiye’ bû ku ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin. Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê bû ku sala 2019’an li dijî tecrîdê bang kir.

Herî dawî di nîsana 2021’ê de bi navê Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû bin nameya ji bo azadiya Ocalan.