3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrîn mêtingeha dizekan e

Efrîn; bajarê kevnar, xwedî erdnîgariyeke girîng û dîroka wê heta hezar sal beriya mîladê diçe. Dema ku mijar dibe Efrîn, dilê kurdan dilerize û di kiz kiz e. Lê tevî vê dilsojîna keser û bi kovan, çand û erdnîgariya bajêrê berxwedanê, weke mirovên wê, ji bo azadiyê, li hemberî hovîtî, qirkirin û mêtingeriya çeteyên dewleta tirk, bêhempa li ber xwe dide. Tevî hemû talan û wêranê, çanda kurdewerî ji bo hebûna xwe qet bê hêvî nabe!…Hêvî her tim di axa wê de stûna siberoja wê ye. Tê gotin ku li ser axa welatê me çîroka her tiştekî heye. Her cih xwedî kevneşopiya kurdewarî û xwedî çîrokekê ye. Em jî ji bo pirtûkxaneya Xwebûnê careke din li ser vê axa delalî û dîrokî, li pê şopên çîrokên welatê xwe ketin…Mijara çîroka me ya vê carê jî çîroka gundê Kilotê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê ye…

Ev gund xwedî ciheke dîrokî ye. Mirov dikare behsa gelek cih û warên wê yên çandî û dîrokî jî bike. Gelek cihên wê yên kevnar/antîk hene. Yek ji wan cihê wê yê qedîm jî gundê Kilotê yê kevnar ku ji beriya hezarên salan hatiye avakirin… Gundê Kilotê girêdayî Şêrawa ya kantona Efrînê ye û yek ji gundên li ser sînorê çiyayê Lêlûnê ye…

Çiyayê Lênûnê

Gundê Kilotê 20 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û 25 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê Helebê. Di gund de zêdetir 75 mal hene û nifûsa wê nêzî 600 e, şêniyên gund debara xwe bi sewalkarî û şikandina keviran dikin. Li gorî dîrokzanên çiyayên Kurmênc; di şehristaniya dîroka kevnar a çiyayê Lênûnê de gelek cihên antîk/qedîm hene…
Mîna dêrên Mişmiş, Gobelê, Beradê, Kîmar, Kefer Nebo, Xerab Şems û Kilotê; li gorî dîrokzanan: Dema lêkolînan vekolandin li ser şûnwarên Kîmarê û Kilotê çêbûne, dêrek heye û li ser deriyê wê sembola rojê heye… Li kêleka wê jî sembola Melekê Tawus heye û ev jî diyar dibe ku şûncihê kurdan û kurdewariya herêma Efrînê çendî xwedî mêjûyeke kevnar e…

Di gundê Xerab Şemsê de jî bermahiyên perestgeheke dêran hene û li ser deriyê wê serê ga heye, li gorî nivîsên êzidiyan, gotinek kevnar a navdar heye, li ser wê perestgehê wisa hatiye nivisandin:
“bidin xatirê erş û kursî!
ga û masî, aşê şems guh bide malê mawya,
xwe jî bi dîra mirovatî.”
Di vê nivîsê de îşaret bi ga tê kirin, ev jî nîşaneyeke din a hebûna şaristaniya kurdan a antîk/kevnar diyar dike…

Gundê Kilotê

Dîsa li gorî zanyar û bîrmendên Efrînê, Marmaron ji herêma Sîruos(Nebî Horî) berê xwe dide çiyayê Lênûnê û diçe gundê Kilotê… Da ku welatiyên gund tev li ola xiristaniyan bike. Di wê çerxê de li gundê Kilotê du dêr tên avakirin. Dêrek li rojhilatê gund e, di 492’yan de hatiye avakirin û dêra din jî li rojavayê gund e, ew jî di sedsala 6’an de hatiye avakirin; lê dema şer di navbera xiristiyaniyan û dewleta Hemedanî de çêbûye, xiristiyaniyan dîwar li dora dêrê lê kirine û heta niha jî bermahiyên wê hene. Li gorî hinek pirtûkên dîrokzanên cîhanî yên belgekirî jî wê demê xiristiyanan dêr vegerandine baregeheke leşkerî…
Di wê serdemê de, çiyayên Lênûnê herêmeke nakok a şer û cengan bûye. Li gundê Kilotê jî baregehên leşkerî hebûne û li ser wan gelek dîrok hatine nivîsandin; li gorî lêkolîna wan dîroka şer di vê tarîxê de hatiye qewimîn(1042,347,545,)… Dîroka wan perestgehan, berî hezar salan e… Li gorî vekolînên derketî li ser gelek cihên wan perestgehan aşkerabûye ku gundê Kilotê, gundeke kevnar e. Şêniyên gund jî ji gundê Mezin Birc Qasê, yên resen in. Berî artêş û çeteyên girêdayî dewleta tirk herêmê dagir bikin, di gundê Kefer Nebo yê peykera xwedawenda Nabo hebû ye… Li gorî agahiyên şêniyên gund dayîn me ev peykera Naboyê piştî dagirkirina Efrînê hatiye dizîn…
Ev cihên dîrokî yên li herêmê ji hêla dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê ve di bin êrîşke mezin de ye. Ji ber ku kîlometreyekê çeteyên artêşa dewleta tirk, nêzî gund in, rojane gundê Kilotê û kela wê ya dîrokî tê topbarankirin… Di meha hezîrana îsal de jî çeteyên girêdayî dewleta tirk, kelha Kilotê topbaran kirin, di encamê de gelek zirar gihiştin kel û sûra wê…

Cih û warên xwe terk nakin

Dagikeriya li ser herema Efrînê, ziviriye mêtingeriyê. Çeteyên dewleta tirk, xisletên mirovbûnê û zagonan nas nakin, vê herêmê weke erd û zeviyên xwe hesap dikin; çi dema bixwaze xirap dike û wêran dike. Di bin van êrîşên kambax de jî gundê Kilotê û şêniyên wê jî rojane dibin topbarana dewleta tirk de dijîn…Lê tevî topbarana çeteyên dewleta tirk, şêniyên gund, bi serbilindî ji bo azadiyê, bê hêvî nabin û cih û warên xwe terk nakin…
Çeteyên girêdayî dewleta tirk, ne tenê cih û warên heremê wêran dikin. Hemû eserên li herêmê yên antîk jî didizin… Tevî 65 cihên dîrokî yên kantona Efrînê, di sala 2011’an de; ji aliyê lîstaya UNESCO’yê ve di mîrateyên cîhanê de hatîne tomarkirin; lê mixabin saziyên mafên mirovan û rêxistinên cîhanî û navneteweyî, ker û lal in; bi şermeke mezin, çavên xwe digirin. Raporên lewaz didin û tevî ku dizanin sûc û kiryarên dewleta tirk, derveyî hiqûqên gerdûnî ne jî ji nedîtîve tên… Bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarê van sûcên çete û dewleta tirk.