26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dovîz bilind dibe gel jî xizantir

Di cîhanê de kêm dewletên wek Tirkiyeyê hene ku xwe wek dewletên pêşketî pênase bikin û di navbera demeke kin de, di nirxên pereyên xwe de ewqas guhertinên neyînî pêk bînin.
Wek tê zanîn siyaseta dewletekê li ser piyaseya wê dewletê bandoreke mezin dike û em dikarin bibêjin heke li welatekî îstîkrara siyasetê tune be aboriyeke baş jî dê pêş nekeve. Dema em li siyaseta Tirkiyeyê ya bi salan di şer de israr dike binêrin em ê aboriya wê ya têkçûyî jî baştir fêm bikin.

Bandora dewletên ereb!

Di qada aboriyê de trendên piyaseyê yên heyî ne tim zêde dibin ne jî tim kêm dibin. Lê ji ber siyaseta ku niha hikûmet pêk tîne di nirxwendakirina lîrayên tirk de îbre tim ber bi jêr ve diçe. Niha hikûmet ji bo di vê îbreyê de guherînekê çêbike. Ji ber wî ye ku Îmaratên Ereb bi daxwaza hikûmetê 10 milyon dolar kir bankayên Tirkiyeyê. Ev dovîzên ereban dibe ku di kura dowîzan de guhertineke biçûk çêbike lê ev daketina dovîzan mayînde nîne. Ev dolarên welatên biyanî ji bo Tirkiyeyê tenê dibe hilmeke biçûk.

Alternatîfa IMF’ê

Ji bo di aboriyê de çareseriyeke mayînde çêbibe hewceye Tirkiye yan here hilbijartina pêşwext an faîzê zêde bike yan jî biçe ji IMF’yê pere bixwaze. Îro hem ji aliyê AKP’ê ve hem jî ji aliyê MHP’ê bi zimanekî tund dibêjin ku di rojeva wan de daxistina fayizê yan jî hilbijartin tune ye. Jixwe piştî van axaftinên wan di kura dowîzan de guhertinên zêde çêbûn û dolar ji 13,50 TL yî jî derbas kir. Li aliyê din alternatîfa IMF’yê dimîne. Heke hikûmet hem zêdekirina fayizê hem jî hilbijartinê ji rojeva xwe derbixe wê demê dê neçar bimîne ku here li deriyê IMF’yê bixe. Bêguman IMF daxwaza Tirkiyeyê çawa bibersivîne ew jî mijareke din e. Lê ger ku ev daxwaza hikûmetê bê qebûlkirin dê Tirkiye li ser deynên xwe yên heyî bareke girantir bar bike.

Fayiza avahiyên nû daxistin

Hikûmeta Tirkiyeyê tevî ku dizanibû piştî her kiryar û biryarên wan ên qels û şaş dê di aboriya Tirkiyeyê de bandorên wê yên neyînî hebin jî dîsa fayizê daxistin. Helbet sedemên van biryaran hene. Mînak ev fayiza ku hat daxistin bi taybet ji bo mutahîtên ku avahiyan çêkiribûn û nikaribûn avahiyên xwe bifiroşin, hat daxistin. Ji ber çi em wisa dibêjin; ji ber ku piştî biryara di 18’ê mijdarê de hat girtin fayiza avahiyan jî ji 1.29’an dakete 1.20’an. Ev daxistina fayiza avahiyan di bankayên cameweriyê de pêk hat û tenê ji bo avahiyên nû derbasdar e. Yanî bankayên taybet di vê krîza aboriyê de dizanin ku daxistina fayizê biryareke şaş e û naxwazin bikevin bin vî barî.

Biryara fayizê li gor daxwazê ye

Her çi qas rayedarên dewletê û Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê bibêjin ev daxistina fayizê ji bo sivikkirina barê gel girtine jî wê demê ev pirs derdikeve holê. Heke ev biryar ji bo gel hatibin girtin wê demê fayiza kartên krediyan û krediya pêdiviyê de dê çima daxistin çênabe. Çênabin ji ber ku hikûmetê li gor daxwaza çend mûtahîtan ev biryar girt.
Li gor rêbazên aboriyê ger di kura dowîzan de zêdebûnên bi vî rengî çêbibin dê di bihayên gelek tiştan de jî zêdebûn çêbibe. Hikûmeta AKP-MHP’ê her çi qas di rêvebirina aboriyê de rêbazên aboriyê yên gerdûnî bikar neyne jî piştî van biryarên xwe yên şaş dîsa berê xwe da berîka gel û li ser gelek tiştan zem kirin. Îro ji ber dowîza heyî li Tirkiyeyê ji xurek heta benzînê ji ceyranê heta kirêya malan di her tiştî de zem hat kirin. Zema li ser benzînê ya ku bi 1,02 TL yî hat kirin mînaka zemê ya herî dawî ye.

Gel xizantir dibe

Piştî van tevgerên hikûmetê di endeksa pêbaweriyê ya xerîdaran de jî tê xuyakirin ku gel êdî ji hikûmeta AKP-MHP’ê bawer nake. Ji ber vê yekê endeksa pêbaweriyê ya xerîdaran ji ya krîza aboriyê ya 2008’an jî kêmtir bûye. Hikûmet bixwe jî dizane ku hatiye dawiya rê. Lewma hikûmet ji bo sererastkirina aboriyê qet nakeve nav hewldanan.

Sermayeya dikeve destê biyaniyan

Li aliyekî zem tên kirin lê li aliyê din mûçeyên karker, malnişîn û karmendên dewletê gotin li cih be, dihele. Ji aliyê mûçeyê kêmtirîn de li gor Ewropayê Tirkiye di rêza dawî de cih digire. Lê ji aliyê enflasyonê de di pêşiya gelek dewletan de ye.
Îro mijara di aboriya Tirkiyeyê de tenê nirxwendakirina TL’yê nîne. Niha ji ber ku di dowîzan de zêdebûnek heye dê şîrketên mezin ji aliyê sermayê ve têkevin tengasiyê. Ev şîrket ji bo xwe ji vê rewşê xilas bikin an dê li şîrîkan bigerin an jî şîrketên xwe bifroşin. Heman mijar ji bo avahiyan jî derbasdar e. Ji ber ku hemwelatiyên Tirkiyeyê nikarin xaniyan bistînin dê kesên biyanî li Tirkiyeyê xaniyan bistînin. Ev jî tê wateya ku dê sermayeya Tirkiyeyê ya heyî jî têkeve destê kesên biyanî. Ev jî rastiya aboriya Tirkiyeyê radixe ber çavan.