6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû

Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 kes jê tên darizandin, taloq bû.

Danişîna 28’emîn a doza ku rojnameger û xebatkarên medyayê ji di nav de 46 kes jê tên darizandin û di raya giştî de wek “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê nasîn, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Hin parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn û hin parêzeran jî mazeret nîşan da û tev lê nebûn.

Ji ber şandeya dadgehê guherîbû zabitên berê hatin xwendin û diyar kir ku fermana girtina der barê rojnameger Îsmet Kayhan ku hatiye dayîn nehatiye înfazkirin.

Dozger û parêzeran xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.

Şandeya dadgehê biryar da ku fermana girtina der barê Îsmet Kayhan de dewam bike û danişîn taloqî 3’yê cotmehê kir.