4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê cenazeyê 39 qurbaniyan teslîmî xizmên wan kirin

Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn qetilkirin, gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di demên borî de li Şengalê gorên komî hatibûn vekirin û ji bo diyarkirina nasnameyên wan, xebat hatibûn meşandin.

Doh saziya tiba edlî ya Bexdayê bang li malbatên qurbaniyên fermanê kir da ku cenazeyê 39 kesên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin û ji gorên komî hatibûn derxistin, werbigrin.

Her 39 cenazeyên nasnameya wan hatin diyarkirin, ji Bexdayê veguhestin Şengalê. Cenaze bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kesî, li seytereya Um Şibabîk ya di navbera Telehfer û Şengalê de, li gorî çanda Êzidiyan hatin wergirtin.

Cenaze piştre radestî malbatên wan hatin kirin, wê her malbatek cenazeyê xwe li goristanên xwe yên li Şengalê veşêrin.