17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?

 Siyasetmedar Aynûr Aşan di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê tên tawanbarkirin. Aşan, wiha got: “Dozger me teewanbar dike lê Dadgeha Bilind ev pergal qebûl kir. Gelo ma KCK’ê ferman daye Dadgeha Bilind jî?”

Rûniştina danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Gelek parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên ji bajarên cuda hatin doz şopandin.

Protestoyên Kobanê û Filistînê

Siyasetmedara girtî Aynûr Aşan parastina xwe kir. Aşan ku bi kurdî parastina xwe kir. Aşan, got ku ji bo baş were fêmkirin bê ka çima tên darizandin neçar ma ye ku qala geşedanên li Rojhilata Navîn bike. Aşan, bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û bal kişand ser protestoyên li Tirkiyeyê li dijî îsraîlê tên kirin. Aşan, got ku hem ev protestoye hem jî yên Kobanê demokratîk in.

Aşan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya me ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel di nava hewldanan de ye. Xebatên di vê çarçoveyê de dike jî li gorî destûra bingehîn in. Ev karê me ye û me jî tenê karê xwe kir. Mîna gelek hêzên li seranserî cîhanê, me jî bertek nîşanî DAIŞ’ê da. Me bertek nîşanî qirkirinên DAIŞ’ê yên li Şengal û Kobanê da. Gelek welatan qebûl kirin ku DAIŞ’ê qirkirin kiriye. Neteweyên Yekbûyî (NY) tespîta qirkirinê kir û bertek nîşan da. Tê îdiakirin ku me di protestoyan de fermana mirin, rûxandin û tundiyê daye. Bi vê tawanbariyê tên darizandin. Lê belê ne di îdianameyê de ne jî di mutalaayê de têkildarî vê mijarê tu delîlên şênber tune ne. Lewma em vê dozê weke doza kompasê pênase dikin.

Daxwaza cezayê heta mirinê

Dozger, di mutalaaya xwe de hewl dide li ser têgeha ‘terora etnîkê’ xebatên me weke sûc nîşan bide. Hewl dide xebatên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin, ciwan, zarok, gel û baweriyên cuda krîmînalîze bike. Hewl dide qada siyaseta demokratîk krîmînalîze bike. Delîlên wî jî panel, semîner, meş, mitîng û hwd. in.

Di mutalaayê de derheqê min de tenê sê bend hene. Ev jî ji îdiayên şahidê nepen ‘Ulaş’ û şahidê eşkere Samî Baran in ku li emniyetê îfade bi darê zorê pê dane îmzekirin. Ji ber van her sê bendan cezayê heta mirinê ji bo min tê xwestin. Mirov nizane gelo bikene yan bigirî. Weke Tevgera Jinên Azad, ji ber ku me daxwaza hevserokomariyê kir, bi îdiayên ‘dixwaze komarê ji holê rake’ û ‘hewl dide yekparetiya dewletê xera bike’ tên tawanbarkirin. Di vê navberê de me ev yek li eywanekê bi raya giştî re parve kir. Ya din jî mitînga ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan e. Di vê navberê de bangawaziya di vê mitîngê de min nekiriye. Ev bangawazî ji xwe pirsgirêk nîne. Heke li Mêrsînê dest pê bikira dê min bikria. Ev bangawazî nayê wê wateyê ku ez endama rêxistineke çekdarî me.

Dixwazin jinan tesfiye bikin

Dozger, xebatên jinan biçûk dibîne. Em parastvanên pergaleke wisa ne ku ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Ev dosya, li dijî fikrên me hatiye vekirin. Hewl didin xebatên me weke ku bi veşarî hatibin kirin nîşan bidin. Xebatên me yên ji bo ‘rûxandina dewletê’ qanûnî û rewa ne. Her wiha li qadên ji cemaweriyê re vekirî hatine kirin. Ev doz, ji bo girtina HDP’ê weke hincetek tê dîtin. Ev bû sê sal li gel hevalên xwe yên jin li vir têm darizandin. Di doza girtina HDP’ê de jî ji bo 168 jinan daxwaza qedexeya siyasetê heye. Bi vê yekê hewl didin xebatên jinan asteng bikin. Dixwazin jinan tesfiye bikin. Îktîdara heyî hewl dide dinyayeke li gorî feraseta xwe ava bike. Lewma dixwaze her tiştên li dijî wê tune bike.

Ma tiştek nebûyî çawa ji holê radikin?

Tevî hemû rewşên neyînî jî em ê xebatên xwe bidomînin. Em li vir tên darizandin û li derve jî bi sedhezaran kes ji bo jiyaneke demokratîk û azad têdikoşin. Li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêkên jin, çandî û siyasî, bi fikr û welatekî azad pêkan e. Heta ku ev nebe, ne yekitî ne jî hevgirtin dibe. Dozger, me bi îdiaya ‘xerakirina yekitî û hevgirtina welêt’ tawanbar dike. Gelo tiştekî neyî em ê çawa ji holê rakin? Gelo ma ew jî nizane ku bingeha vê îdiayê vala ye? Hewl dide newekheviya li vî welatî veşêre. Newekhevî herî zêde li welatên dibêjin ‘em wekhev in, em yek in’ heye. Weke jinan em vê rewşê teşhîr dikin.

Çareserî: Komara demokratîk e

Ez dixwazim şandeya dadgehê û dozger ji min re vebêjin bê ka kîjan xebatên jinan ‘yekitî û hevgirtina welêt’ xera dike. Lê ji we yek jî nikare tiştekî bibêje. Ji ber ku armanceke wiha nîne. Xebatên me ji bo hevgirtin û yekiyeke xurtir e. Saziyên jinan, xebatên xwe yên di vê mijarê de birin Meclisê, li wir vegotin û li zaptan hatin nivîsandin. Ev pirsgirêk, tenê bi fikra Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin. Nexwe dê ev pirsgirêk kom bibin. Tişta ku em, civak û saziyên dewletê dijîn ev e.”

Pergala hevserokatiyê vegot

Pêşniyarên me yên ji bo pergala hevserokatî û hevserokkomariyê weke sûc hatine nîşandan. Dozger dibêje ku me ev pergal ji KCK’ê girtine. Birê dozger, tenê rastiyek heye, ew jî daxwaza jiyana azad a civakê ye. Em jin ji bo vê pêdiviyê têdikoşin. Ev têkoşîn veguherî pergala hevserokatiyê. Di rêziknameya partiyên me de ev pergal heye. Dadgeha Bilind jî ev pergal qebûl kir û qanûnî bû. Hûn peyva berevajîkirinê pir bi kar tînin. Ez jî dê bi kar bînim. Em neçar dimînin ku ji ber berevajîkirina dozger, pergala hevserokatiyê ku Dadgeha Bilind qebûl kiriye vebêjin.

Gerdûn, neguhêr nîne û ji guherînê re vekirî ye. Ev karektera wê wisa bi min dide fêmkirin ku zîhniyeta zilam jî dikare were guherandin. Ev yek dê bandorê li civakê bike û civak jî dê biguhere. Li gorî vê dê dewlet jî neçar bimîne ku biguhere. Dê edalet û demokrasî jî weke normekê xwe birêxistin bike. Heke em mirov weke gerdûna mîkro pênase bikin, wê demê karektera mirov jî nerm e. Weke parçeyeke gerdûnê ez jî dixwazim ku jiyaneke demokratîk bijîm. Pergala hevserokatiyê, pergaleke wisa ye ku bi milyonan jinan nivîsandiye û bûye xwedî nasnameyek. Ev yek di heman demê de awayê azad û xweser ê jinê jî pêase dike. Ev yek, jinê ji civaka demokratîk û xweser qut nake. Di heman demê de nake serdesta civakê jî. Mîna zîhniyeta mêrza û baviksalar takekes nîne. Piranîparêz û herikbar e. Xwedî pêşdîtineke jiyana azad û bihevseng a hemû zidiyan e. Ev yek jî gotina ‘heta jin azad nebin civak azad nabe’ piştrast dike.

Dozger jî di rola qral, şef û keşe de ye

Pergala hevserokatiyê ji asîmanan nehatiye û bingeha xwe ji xwedawendên serdema neolîtîkê digire. Dozger jî bi rola şef, qral û keşe radibe ku hewl dide wan nirxan bidize, tune bike û krîmînalîze bike. Ev pergal, bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dest pê kir û partiyên piştre jî ji xwe re mînak girtin. Ji bo tunekirina newekheviya di navbera zilam û jinê de, HDP’ê biryar da ku di hemû yekîneyên xwe de rêveberiya wekhev pêş bixe. Bêguman pergala hevserokatiyê ji bo tevgera jinan destkeftiyek e. Li erdnîgariya ku rojê bi dehan jin lê tên kuştin û rastî newekheviyê tên, ev darizandin pêşiya van mirinan vedike.”

Komkujiya jinan

Aşan, piştre jî rapora têkildarî qirkirinên jinan de pêşkeşî dadgehê kir. Aşan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li erdnîgariyeke jin ewqas rastî tundî û kuştinan tên de jin bi sûcê ‘hilweşandina welêt’ tên tawanbarkirin. Pergala hevserokatiyê niha di saziyên dewletê de di meriyetê de nîne. Lê di pêvajoyên pêş de dikare li hemû saziyan bikeve meriyetê. Hûn jî baş dizanin ku qanûn li gorî pêdiviyên civakî teşe digirin. Civak û nûner jî ji bo van pêdiviyan têdikoşin. Hikûmetên heyî jî van qanûnan ber çav re derbas dikin û jinûve teşe didin. Heke hikûmeteke demokratîk be, dê li gorî pêdiviya hemû beşên civakê vê pêdiviyê bi cih bîne. Divê ev nûnertiya wekhev di qanûnan de cih bigire. Lewma heta ku pergala hevserokatiyê di hemû saziyan de dikeve meriyetê dê ev têkoşîn bidome. Dozger îdia dike ku me ev pergal ji KCK’ê girtiye. Dadgeha Bilind ev pergal qebûl kir. Gelo ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê girtiye? Îdiaya dozger ev e? Di nava partiyê de me gelek nîqaş li ser vê pergalê kirin û şerên mezin hatin kirin. Heta ku me ev pergal bi hevalên zilam daye qebûlkirin me gelek zehmetî kişandin. Heta ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê me di nava partiyê de îmze jî kom kirin. Ji ber ku ev pergal ya zilam e, nexwest îktîdara xwe parve bike. Di destpêkê de weke parvekirina îktîdarê didîtin. Lê em pergala hevserokatiyê wisa pênase nakin.

We em tune hesibandin

Me ji tu kesî ferman negirtine û ev bi sala ye ji bo ku ji tu kesekî talîmatan negirin têdikoşin. Berhema vê seknê jî pergala hevserokatiyê ye. Ev doz, ji destpêkê heta niha ji hêla berhema zîhniyeta nêrza ve tê birêvebirin. Weke mînak; di şandeya we de tenê jinek jî nîne. Heke jinek hebûya, dibe ku wê em baştir fêm bikira. We gelek caran li jinan qîriyan û we dengê xwe bilind kir. Gelo heke jinek li cem we hebûya, dê hûn hişyar bikira? Yan jî heke hebûya dê we wiha bikira? Biryarên hûn didin jî li gorî zîhnet û dinyaya zilaman e. We di tu biryareke xwe de rastiya jinbûna me li ber çavan negirt. We pêdiviyên ji ber jinbûna me derdikevinê holê û xweserbûna we esas negirt. Hûn her roj bênavber danişînan li dar dixin û biryara domandina danişînan didin. Derdekî we yê fêmkirina me nîne. Ev yek jî ji bo me tê wateya ‘tunehesibandinê.’ We em tune hesibandin, we em nedîtin.”