spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsê Hêlîna 12 salî  kuşt tenê 6 sal ceza xwar

Danişîna doza biryarê ya polîs Abdullah Ercan ê zaroka 12 salî Helîn Şen kuştibû hat dîtin. Dadgehê tenê 6 sal û 3 meh ceza li polîsê kujer birî

Polîsan di 12’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê gule barandibû û zaroka 12 salî Helîn Şen a 12 salî qetil kiribûn. Ji ber qetilkirina Şen, der heqê polîs Abdullah Ercan de bi sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Polîs Ercan li cihê peywira xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Dayika Helîn Şen, Nazmiye Şen, bavê wê Ekrem Şen û parêzerên wê Abdullah Zeytûn, Yakup Guven û Ercan Yilmaz jî di danişînê de amade bûn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û nûnerên Navenda Mafên Zarokan a  Baroya Amedê, Navenda Hafizeyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî doz şopandin.

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di danişîna din de pêşkeş kiribû dîsa dubare kir ku dixwest bersûc Ercan ji ber sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê lê were birîn.

Dadgehê, ji ber sûcê “Bi zanebûn bûye sedema kuştinê”, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Ercan birî.