4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin

Danişînên 10 dozên ku ji bo betalkirina biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê hatine vekirin wê li Şûreya Dewletê dest pê bike. Jinên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo danişîna dozê hatibûn ber Şûreya Dewletê, dovîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ,”Em ê qezenc bikin Peymana Stenbolê ya me ye” , “Em ê cinayetên jinan rawestînin” hilgirtin û dûrişmeyên mîna “Peymana Stenbolê dide jiyîn” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin.

Jinên ku li ber Şûreya Dewletê li hev civiyan daxuyanî dan. Destpêkê Komeleya Ewil Zarok û Jin, bi malbatên ku dozên wan girtine ser xwe re li ber Şûreya Dewletê daxuyanî dan. Malbatên ku di daxuyaniyê de axivîn, diyar kirin ku ji bo bila êdî jin û zarok nayên kuştin wê li peymanê xwedî derkevin. Piştre li ser navê komeleyê Parêzer Mujda Tozbey axivî û got ku wê ji bo peymanê têbikoşin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bi serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û komeke parlamenterên partiya xwe re hat ber derê Şûreya Dewletê. Bûldan li vir axivî û ev tişt got:”Peymana Stenbolê ku jinan bi ked û bedêlan qezenc kirin nîv şevekê ji aliyê zilamekê ve hat feshkirin. Me li her derî got ku em vê qebûl nakin. Em li vir jî careke din dibêjin, Peymana Stenbolê ne peymaneke ku bi îmze û gotinên ji devê zilamekê dertên bê betalkirin. Îro li Tirkiyeyê tundî li bi hezaran jinan tê kirin. Em ê Peymana Stenbolê li her derê biparêzin. Biryara ku îro li Şûreya Dewletê erênî derkeve ne tenê daxwaza me ya daxwaza bi milyonan jinan e. Em ji bô nûnertiya van jinan li vir in. Em ê vê neheqiyê qet qebûl nekin. Peymana Stenbolê xeta me tevan a sor e. Em ê qet dev ji vê xetê bernedin û tavîz nedin.”

Piştî Bûldan nûnerên baroyan jî axivîn û gotin ku wê heta dawiyê li dozê xwedî derkevin.

Gelek parlamenterên CHP’ê jî hatibûn ber derê Şûreya Dewletê. Lê balkêş bû li ser navê CHP’ê serokwekîlê koma CHP’ê Ozgur Ozel axivî û got ku wê tev bi hev re bin û têkoşînê qezenc bikin.

Jinên ku daxuyanî dan jî peyama “Em dev ji maf û jiyana xwe bernadin” dan.