12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wan ji bo Meşa Gemlîkê amade ye

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê têkildarî meşa bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” ku di 12’ê Hezîranê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bê lidarxistin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxist. TUHAY-DER, HDP, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek sazî tev li civînê bûn.

Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Ûyar diyar kir ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin, neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Sedemekî herî bingehîn yê qeyrana sîstematîk jî neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane çareserkirine. Desthilata AKP’ê û MHP’ê neçareseriyê weke amûrê teslîm girtina muxalefeta civakî bikartîne.”

Ûyar, bi lêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in ji bo berjewendiyên civakê li ber xwe dide û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ku hay ji van hemû xetere û lîstikan heye, ji sala 1999’an û vir ve li ser pirsgirêka kurd bi perspektîfa ‘Aştiya Civakî û Komara Demokratîk’ hewl da polîtîkayên şer û dijbertiyê yên desthilatê pûç bike. 23 salên ku di Îmraliyê de ma li dijî her cure fikir û bîrdoziyên li dijî civakê berjewendiyên civakê parast û parastinê didomîne. Li ser vê rastiyê, Girava Îmraliyê bi feraseta ku koledarî û kedxwariyê li ser gelan ferz dike, bûye qada bingehîn a têkoşînê ya têgihiştina ku hewl dide demokrasî û azadiyê bi pêş bixe.”

Ûyar bang li hemû derdoran, hêzên dost û rayagiştî ya demokratîk kir ku ji bo meşa Gemlîkê piştgiriyê bidin û got: Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, ciwanan, kesên derdê yê demokratîkbûnê hene li dijî siyaseta tecrîdê di 12’ê Hezîranê de vedixwînin meşa ji bo parastina azadiyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 11’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr werin karwanê aştiyê oxir bikin. Ji bo pêşerojeke demokratîk, ji bo Rojhilateke Navîn a azad, dem dema em bi hev re berê xwe bidin Gemlîkê û têkoşînê mezin bikine.”