18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bi şertê kontrola hat berdan

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di 3’ê heziranê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Muftuoglû dema Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bû pere ji nûçegihanên DÎHA’yê yên girtî Ziya Ataman û Nedîm Turfent re şandiye. Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî ji ber ku pere ji nûçegihanan re şandiyê bi îdiaya “di warê aborî de alîkariya rêxistinê” derbarê Muftuoglû de lêprisîn daye destpêkirin. Muftuoglû di çaçroveya lêpirsînê de îro danê sibehê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.

Muftuoglû li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Dozgeriya Komarê ya Wanê. Dozgeriyê jî bi daxwaza kontrola edlî ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Wanê kir. Dadgeriyê jî bi şertê kontrola edlî Muftuoglû berda.