5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK îro rola kontira û JÎTEM’a salên 92’yan dilîze

Takor Zerdeşt

Salek berê îro di 05’ê Hezîrana 2021’ê de li navçeya Amediya Dihokê PDK’ê hêzek mezin ya leşkerî ber bi herêma metîna ve şand. Di nava karwanê hatiye şandin de wesayitên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesaytên taybet ji bo bejahiyên çiyayî jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, seyarek pêşmergeyan pêl teqînê kir. Di 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya qada Xabûrê ya HPG’ê heman rojê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û agahiya: “Îro saet der dora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbeyna girê Çarçel û girê Colemergê de ku cihek sitratejîk a Metîna ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesaytên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûn. Tu gund û jîngeh li derdora qada navbirî nînin. Ev 25 salin pêşmerge nehatine vê herêmê. Piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye mayinkirin. Li gel ku ev qas tişt têne zanîne û li gel hişyariyê jî ji wesayitên ku meşa xwe dom kirine di yek an jî duyan de ji ber sedema wê nayê zanîn teqîn çêbûye û hin windahî çêbûne. Encameke wiha ne bi dilê me ye û dilê mirov dêşîne. Lê berpirsyariya vê rûdanê ne ya me ye. Ya wan kesan e ku ev hêz şandine vir.

Lê PDK’ê yekser PKK sucdar kir. Di destpêkê de ragihandinan bi lêpirsîna ku li cihê buyerê êrîşa bomberdumana dewleta tirk ev agehî parve kiribûn. Lê PDK’ê nuçe berevajî kir. Ragihandina PDK’ê ji wê rojê heta niha şerekî mezin ê berovajî meşand. Her tim kuştina 5 pêşmergeyan berovajî kir.

Lê PKK’ê xwest heyetek bêalî li cihê bûyerê lêkolîn bike û rabtiyê ronî bike. Lê PDK’ê nehişt ku heyetek serbixwe biçe cihê bûyerê lêkolîn bike. Li şûna rastiyê ronî bike, PKK sucdar kir. Bi rêya ragihandinê êrîşa xwe berdewam kir. Îro jî di salvegera van pêşmergeyan de monomintek li cihê boyerê danîn û bi amadebûna kesayet û berpirs û fermandên leşkerî û siyasî dîsa bi rengek berfire pir bi nemerdane dest bi reşkirin û sucdarkirina PKK’ê kirin.

Ya rast karê JÎTEM û kontra yên salên 90’î îro PDK li dijî PKK’ê bi berfirehtir pêk tîne. Pêwiste gelê Başûr bizanibe ku zarokên wan bi pîlanên veşartî yên PDK’ê û MÎT’ê tên kuştin. Dixwaze gel li dijî tevgera azadiya gelê kurd sor bike.

Di salên 90’î de erkê JÎTEM’ê pêşxistina kontrayan û alozî bû. Li herêmê mirov direvandin û gel li dijî gerilla sor dikir. Dewleta tirk rêxistina xwe ya kontira û fîtnekariyê  di sala 91’ê de li Başur des pê kiribû. Kesên tirk ên wekî Ahmed Cem Ersever yêk ji damezirênerên JÎTEM’a ku digel tîma xwe ya taybet bi  hemahengiya MÎT’a tirk û Parastinê bi cilê kurdî û şaşkia sor dikeve nava behdînan û gund bi gund û dever bi dever digere û amadekariyek mezin ji bo gurkirina şerê di navbera pêşmerge û gerîlayên PKK’ê berhev dike. Ev yek pîlankirî û bi hemahengiya Eşref Bitlîs û destê veşartiyê malbata Barzanî (Parastin) dihate birêvebirin.

Ji bo birêvebirna vê pirojeyê herçî sermaye û pêwîstî hatiba xwestin ji aliyê hikumeta tirk dihate berhevkirin.

Armanca wan pêk hat û şerekî mezin di navbere pêşmerge u gerîla hat pêşxistin.

Destekî mezin ê berjewendîxazên kurd ên di nava desthilatê de, bûn şirîkê planê. Ji bo kar û planên qirêj bikin li hev kom bûn. Wan salan bi dirêjahiya şerê PDK’ê di gel tevgera rizgariya kurd bi reşkirina PKK’ê ji du milan de despê kir. Milekî ji aliyê kiryarên qirêj ên teror, girtin û radestkirina ji bo destê dewleta tirk bû. Milê din ji aliyê ragihandinî, demogujî û reşkirinê bû. Ji ber ku ji kiryarên qirêj ên JÎTEM’ê û destê veşartiyê PDK (Parastin) pirin:

– Alîgirîn PKK’ê yên herêmî û siyasî ji mînaka Elî Şeban Amêdî, Sadiq Emer Sindî, Reuf Akreyî û bi sedan endamên partiya PAK’ê yên ji mînaka (Hoşeng Mîrza  Heval Çekdar) (Zekî Amêdî Heval Kendal) (Bekir Hîranî  “Heval Amanc”)  û rojnamevan û kadro û alîgirên nêzî PKK’ê li Dihok û Hewlêrê hatin revandin û wekî teror hatin nîşandan.

-Jiholêrakirna herçî bereyên neteweyî, rêxistinî li Başûr ku li gorî vê her li dawiya wê salê li 12’ê kanûna 1991’ê li Dihokê 23 endamên PAK’ê ku hinek ji wan jin bûn ji aliyê PDK’ê ve di 08’ê Çileya 1992’yan de li sînorê Îbrahîm Xelîl radestî dewleta tirk hatin kirin. Di 14’ê çileya 1992’yan de 2 endamên PAK’ê (Necat Mela Ehmed û Mihemed Zezîr) li nêzî bajarokê Sêmêlê li Dihokê ji aliyê çekdarên PDK’ê  hatin şehîdkirin. Di 29’ê hezîrana 1992’yan de  welatparêz û xebatkare doza yêkgirtina gelê kurd “Sadiq Emer Sindî”  li Zaxo ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin tîrorkirin.  Kuştin, tîror, revandin û radestkirna alîgirên tevgera azadiya gelê kurd heta dawiyê her dewam kir û bi sedan kes bi vî awayî aşkere û veşarî bi destê çekdarên PDK’ê bi biryarên JÎTEM û MÎT’a tirk hatin kuştin û revandin.

-Teqandinên ji aliyê kesên nediyar ve, weke wesaytên gelê sivîl ên li rêya navbera Zaxo û Dihok û Zaxo û Batufa û rêyên ferî yên gundên deverên cuda li behdînan, bi armanca reşkirina PKK’ê ji bo piravakasiyon ’ên qirêj li hember tevgera rizgariya gelê kurd.

-Di teqandina TNT ya li Zaxo di 27’ê sibata 1995’an de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Bi armanca rê li pêş bazara çekan ya ku PKK’ê bacek baş jê digirt, bigire û bi armanca pirovokasyonên reşkirinan.

-Li ser navê PKK’ê li heremê kesên navdar kuştin û xwestin bi vê yekê PKK’ê reş bikin. Li dijî PKK’(ê provokasyon pêş xistin. Gotin PKK kesên sivîl û kesayetê navdar dikin armanc.

Weke nimûne li deverên ku nedixwestin li dijî PKK’ê şer bikin, herî zêde li wir ev plan pêş dixistin. Yek ji wan deverên Amêdî û Şêladizê bû ku gelek kesayet kirin hedef û yekser PKK dihate sucbarkirin. Yek ji wan mînakan di sala 1995’an de endamekî leşkerî bi navê Yasîn Mistefa Navdar bi Yasînê Misto kesayeteke navdar ê ji Êla Nihêliyan bû. Kesekî çepgir û welatparêz bû. Nedixwest li dijî PKK’ê şer bike. Her tim li ser rastiyan diaxivî. Ev kese  li devera Amediyê di navbera gundê Guherz û Dêrelokê de tê kuştin. Li gorî şahidên herêmê, wê demê gerîla li wê herêmê tune bûn. Herêm di kontrola pêşmerge û MÎT’ê de bû. Ev kese bi pîlanên MÎT û Parastinê hat kuştin tenê ji bo şerê di navbera gelê deverê û gerîla bidin germkirin û hem jî kesayetê dijî şerê li hember gerîla jî ji holê bidin rakirin. Kesekê dî ji malbata nihêliyan bi navê Ehmed Elî kesayetek bû ku li tevahiya deverê weke serkirdekê dihate temaşekirin bi qenasa nenasekê ji piştê ve fîşekek li serê wî tê xistin û tê kuştin, ku netinê ji aliyê gelê deverê belke di nava malbata wî bi xwe de jî ev buyer dîsa li wî serdemî pir dibe cihê gumanê ku bi destê gerîla nehatiye kuştin û fîşek ji milekî hatiye ku gerîla nikare li wan deran be, hem jî ev kesayet sereray efserek leşkerî yê PDK’ê jî bû lê alîgirê şerê di gel PKK nebû û nekarîbûn razî bikin çekdarên xwe li hember gerîla bide şer.

Kesek din jî li vê deverê bi navê Emînê Sergelî ku kesek pêştir ser bi YNK’ê bû, paşî divegerînin bo nav PDK, di navbera berçê û sergelê bi qenasê têt kuştin û wî jî dixin wistuyê PKK’ê. Lê ew jî di çavê gel de bibû cihê gumanê ku ji aliyê PDK’ê bixwe ji bo dirustkirna fîtne û fesadan ev tîror hatiye rêxistin. Ev kesatiyên xwedî bandorên nihêliyan ji aliyê PDK’ê hatine tesfiye kirin jibo ku hem PDK’ê ji wan hez nedikir, hem jî ji bo lawaz kirna pêgeha gelê yaxî, hem jî ji bo şerê gel li hember gerîla were gur kirin.

Gelek efser û fermandeyên pêşmerga ku ji vî şerî xwe paşda lêdidan dibune hedefa kuştina MÎT û Parastinê û yekser di ragihandinan de li dijî PKK’ê dihatin bikaranîn. Beşek ji kesên dest di kuştina sivîlan de hey ji aliyê MÎT û Parastinê bo nava PKK’ê hatibun şandin ku di gel MÎT û parastinê bi hemahengî kar dikirin, li salên din hatin selimandin û bi qutbuna xwe gihîştine rêzên PDK û bi pile û postên bilnd hatin pêşwazî kirin, niha jî di rêzên PDKê de piledarin, helbet gelek ji wan di şerê dayşê de birne sîngê çeperan û piranî dan kuştin û bê nav û nîşan hatin veşartin.

Cem Ersever û Eşref Bidlîs jî piştî wê ji aliyê dewleta tirk bixwe ji bo  veşartina gelek belgeyên terorê û bûyerên nelirê hatin kuştin. Hikûmetê ev bûyerên terorê bi tunekirina belgeyan veşartin.

Lewre jî ev kiryarên kuştina pêşmergan li salên derbasbuyî hemû bi destek hevşêweyê vê hatine kuştin, her ji kuştina Xazî Alîxan û çendîn kesên din ên endamên asayiş û parastinê li salên derbasbuyî bigire heta Rezwan sindî pêşmergê li derkarê hatî kuştin û van 5 pêşmergên ku salek berê îro hatinî kuştin û  buyera bumbebarana li vê dawiyê li Bamernê di nava gelê sivîl de çê buyî ku têde zarok hatin qetilkirin hemû guman têde nine qurbaniyê pirawakasiyon û pilaneke qirêj ya reşkirina PKK’ê li gor daxwaziyên dewleta tirk a dagîrker bi destê malbata Barzani tên kirin.