27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du nivîskarên kurd tev li çalakiyên navneteweyî dibin

Bi hevkariya Wêjegeh Amed, Kıraathane İstanbul Edebiyat Evi, Litteraturhuset Oslo ve Literarische Colloquium Berlin ji bajarên cuda ên dinyayê heşt nivîskar di çarçoveya projeya “Wêje Di Wêdeyên Sînoran de” ew ê beşdarî çalakîyan bibin. Di nava wan heşt nivîskaran de du nivîskarên kurd jî hene. Sîdar Jîr û Eyşana Beravî wekî nivîskarên kurd beşdar dibin. Çalakîyên destpêkê li Berlîn û Osloyê tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de ligel Sîdar Jîr û Eyşana Beravî, ji Norwecê Kathrine Nedrejord û Simon Stranger, ji Elmanyayê Katja Lange-Müller û Dagmara Kraus û ji Stenbolê jî Ayhan Geçgin û Ebru Ojen beşdar dibin. Nivîskarên navborî yên ji welatên cuda ji bo projeyê bi temaya “Li Wêdeyî Malê” kurteçîrok nivîsandine û çîrokên wan dê bi 4 zimanan wekî pirtûk bi hev re werin çapkirin.

Her wiha di heman çarçoveyê de bername wê li Berlîn, Oslo, Stenbol û Amedê werin lidarxistin. Yek mebestên van rêzebername û çalakîyan jî ew e ku nivîskarên ji çand û welatên cuda bi têkilîya di ser nivîsê re hem çanda xwe, edebîyata xwe bi yên din bêhtir bidin nasîn û her wiha ji çandên cuda jî sûdê werbigirin.

Wêjegeh Amedê jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal diyar kiriye ku ew ê proje û çalakîyên bi vî rengî bidomînin.

Derheqê bernameyan de Sîdar Jîr axivî û ev tişt got: “Ji bo miletên din ew ê bêne çi wateyê nizanim. Lê ji bo me ew ê bibe tecrubeyek gelekî baş. Bi danûstandinên bi vî rengî edebiyata kurdî dikare kirasê lê hatiye fesilandin bi awayekî erênî biguherîne û wekî xwe ber bi dinyayê ve vepejile.”

Jîr anî ziman di pirtûka heşt nivîskaran hevpar amade kirine de çîrokek wî ya bi navê ‘Hejar’ û ya Eyşana Beravî ya bi navê ‘Çavê Paceyê’ jî cih digire û ew ê bi gelek zimanan werin çapkirin.

Sîdar Jîr anî zimên ku ew ê di meha Sibata 2022’an de li Berlînê, li Literarische Colloquium Berlin ligel 3 nivîskarên din dest bi bernameyan bike û Eyşana Beravî jî di heman demê de ew ê li Osloyê, li Litteraturhuset Oslo ye be.

Di vê serdana wan de ew ê bi gelek nivîskar û sazî û dezgehên miletên din re hevdîtinan jî bikin. Piştî demekê jî îcar ew ê li Osloyê, Stenbolê çalakî werin lidarxistin. Herî dawîn li Amedê, bi mazûvanîya Wêjegeh Amedê, ji wan welatan nivîskar dê werin û bername wê li Amedê jî werin lidarxistin.