26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sêyemîn pêşbirga pirtûka salê ya Xorasanê pêk hat

Ji bo danasîna baştirîn berheman sêyemîn pêşbirga bijartina pirtûka salê ya Xorasana pêk hat. Di nava 145 berhemên ku ji bo pêşbirgê hatibûn şandin de 6 berhem wekî bijare û 6 berhem jî hêjayî texdîrê hatin hilbijartin. Ev berhem ji aliyê mala pirtûk û wêjeya Îranê ve hatin hilbijartin.

Ev rêûresma çandî bi mebesta geşbûna çanda weşanê di civakê de, danasîna berhemên bijare yên nivîskar û weşangeran, bilindkirina asta xwendinê û berbelavbûna çanda pirtûkxwendinê di du beşan de bi rê ve çû.

Di beşa mijarî de berhemên nivîsîna edebî, werger û redaksiyon û di beşa taybet de jî parêzgehnasî, ziman û wêje, zarav û çandên cûrbicûr ên parêzgehê cih digirtin.

Di beşa wêje û pexşana hevçerx de pirtûka “Gaf” a Sara Giryanlû, di beşa wêje û helbesta kurdî de hevbeş pirtûka “Tawanbar” a Elîriza Spahî layîn û pirtûka “Bi Zimanekî Din” a Berat Qewîendam, di beşa wergerê de pirtûka “Yûzpilingên ku bi min re reviyane” ya Bîjen Necdî bi wegerra Behare zêyqemî, di beşa dîrok, erdnîgarî û parêzgegnasiyê de pirtûka “giratî, nêgîna Esfrayênê” ya Mihemedsadiq Mervî û pirtûka “arêzûyê dîdar-mosahêbê dêfaê moqedes” a Atife Talibpûr wekî berhema bijare hatin hilbijartinê.

Di beşa hunerên berçavî de “pirtûka beresiyê nemadê noqûş û nêgarêhayê sofrêyê kordî” ya Mesûmê Zulfiqarî, di beşa mûzîkê de pirtûka “qûşmê sazê perwaz” a Mehdî Rustemî, di beşa edebyatê de komele helbesta “duçinar” a Hesen Rewşen û pirtûka “talik” a Şêrko Pehlewanî, di beşa dîrok, erdnîgarî û belgenivîsiyê de pirtûka “selam aqa seyyêd” a Elîriza Mehmûdî û di beşa zarok û nûciwanan de jî pirtûka “damad kûçûlû” ya Zehra Dawerî wekî berhemên hêjayî texdîrê hatine hilbijartinê.