26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA droneyên sîxuriyê dide pêşmergeyan

Peymana Destûrdana Berevaniya Neteweyî ya Amerîkayê (NDAA) ku her sal li ser lêçûnên Wezareta Parastina DYA’yê tê amadekirin îsal di bin seroktiya Joe Biden de hat îmzekirin û bi fermî bû qanûn.
Li gor vê qanûnê ji bo berevaniyê ya 2022’yan 770 milyar dolar hat veqetandin. Di vê qanûnê de dê çi qas alîkarî ji bo pêşmergeyên Başûr û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bê dayîn jî hat diyarkirin.
Wê DYA di sala 2022’yan de 260 milyon dolar bide pêşmergeyên Başûr û 177 milyon dolar jî bide HSD û hêza Maghawir al-Thawra.
Di heman demê de DYA cara yekemîn dronên Puma yên bi bihayê 5 milyon dolar in û ji bo sîxuriyê tên bikaranîn wê bide pêşmergeyên Başûr. Ji bo HSD’ê jî hezar maskeyên gaza kîmyewî dê bên dayîn.