spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê pêkanîn li ser du komên çete ferz kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara pêkanînan li ser du komên çete da ku di bin bandora dewleta tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên giran dikin

Li gorî nûçeya Assocîated Press (AP), pêkanîn li ser komên çete yên bi navê Tûgaya Suleyman Şah û Tumena Hamza hatiye ferzkirin. Berpirsyarên van komên çete Mûhammed Huseyîn el Casim, Welîd Huseyîn el Casim û Seyf Boûlad Ebû Bekir ketin ber pêkanînan.

Ofîsa Kontrolkirina Hebûneyên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê diyar kir ku komên çete gel bi zorê koçber dikin, mirovan direvînin, fîdye ji xelkê dixwaze, dest datîne ser malê gelê xwecihî û bi van rêyan bi milyonan dolar bi dest xistine, lewma pêkanîn li ser wan komên çete hatiye ferzkirin.