12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî re rejîm zextên xwe zêde dike

Rejîma Îranê bi nêzîkbûna salvegera kuştina Emînî re sewqiyata leşkerî bo bajarên rojhilatê Kurdistanê û Belucistanê dike û xwe ji bo destwerdana nerazîbûnên gel amade dike

Hêzên rejîma Îranê di 16’ê Îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî qetil kiribûn. Salvegera qetilkirina Jîna Emînî nêz dibe. Hat ragihandin bi rasthatina salvegerê re li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Belucistanê zext jî zêde dibin. Piştî qetilkirina Emînî xelkê rojhilatê Kurdistanê, Belucistanê û Îranê her dever kirin qada xwepêşandanan û xwepêşandan di bin olana dirûşma “Jin jiyan azadî” de li seranserî cîhanê belav bûn û rejîma Îranê li her deverê hat protestokirin. Di xwepêşandanan de bi piraniya wanzarok bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn û bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û girtin.

Herî kêm 70 aktîvîst hatin girtin

Li seranserî Îranê nêzî hefteyekê ye 70 jinên aktîvîst ji aliyê rejîmê ve hatin girtin. Hat zanîn ku gelek kesên ji malbatên ku zarokên wan hatine kuştin, hatine girtin. Navên hin kesên hatine girtin wiha ne: “Azadeh Chavoshian, Faough Sami Nia, Jaluh Javaheri, Yasmin Hashdari, Zahra Daders, Matin Yazdani, Shiwa Shah Siah, Nagin Rezaee, Wahdeh Khosh Sirt, Sara Jhani, Homan Taheri, Newsha Badie Sabet.”

Leşker tên sewqkirin

Hat ragihandin ku rejîma Îranê leşkeran sewqî bajarên rojhilatê Kurdistanê û Belusitanê ku bûbûn keleha berxwedanê dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin rejîmê di hefteyek dawî de hejmarek zêde leşkeran sewqî bajarên wek Saqiz, Îlam, Mahabad, Kirmanşan, Sine, Diwandere, Degulan, Maku, Ûrmiye, Merîwan, Şino û bajarên wek Kerec, Tebriz, Meşhed, Kiş, Kirman, Yezd, Reşt, Bender Abbas, Abadan, Erdebil, Tahran, Îsfahan, Kazvîn, Zincan, Mazenderan Hemedan kirin e.