7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştgiriya Malbata Şenyaşar hate astengkirin

Parêzerên ji bo piştevaniya malbata Şenyaşar dixwestin bên pêşiya Wezareta Dadê, hatin astengkirin. Malbata Şenyaşar beriya biçe pêşiya Wezareta Dadê, daxuyaniyek da

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobed îro di roja 25’emîn de berdewam kir. Malbata Şenyaşar beriya biçe pêşiya Wezareta Dadê, daxuyaniyek da.

Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî bi erebeya biteker siwar bûbû û kurê wê Ferît Şenyaşar bi dovîza li ser “Edalet” hatibû nivîsandin, ji Deriyê Meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Polîsan careke din nehiştin ku malbata Şenyaşar biçe ber avahiya Wezaretê. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) xwestin ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar, werin pêşiya Wezaretê.  Lê belê polîsan nehiştin parêzer bên pêşiya Wezaretê û bi darê zorê parêzer ji Wezaretê dûr xistin.