28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwistî bi şoreşê heye

Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku li paytexta Lubnan Beyrutê tê lidar xistin didome

Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku li paytexta Lubnan Beyrutê tê lidar xistin didome.

Li paytexta Lubnan Beyrûdê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya ezmûnên tevgerên jinan ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê bi pêşengiya Komaleya Jinan a Jîn û Komeleya Newroz bi dirûşma “Li Ser Şopa: Jin Jiyan Azadî” bi beşdariya jinan ji 11 welatên ereban û Efrîqayê, Tirkiye, Îran, şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Jin bi cil û bergên çandî yên welatên xwe beşdar bûn. Wê di du rojên konferansê de der barê di sedsala 21’ê de destwerdana sîstema cîhanê li ser jinan, ezmûnên jinên kurd ji bo rizgariya qeyranên herêmê guftûgo bê kirin. Bi taybetî der barê fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser jinan û bandora li ser bilindkirina asta têkoşînê lêhûrbûn tê kirin.

Konferans bi panela yekemîn a bi sernavê “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’an de” berdewam dike.

Di panela ku bi moderatoriya rojnamevana Tûnisî Zuhûr El-Meşreqî hat meşandin de Seroka Musawah-Warda Boutros a Komeleya Xebatên Jinan Marie Debs, bandora destwerdanên derve û rojavayî li ser jinên ereb û encamên “Bihara Ereban” û çawaniya veguhertina wê ya payîzê nirxand.

‘Pêwistiya gel bi şoreşê heye’

Marie Debs behsa bandora destwerdana serdestiya Rojava li ser jinên ereb nirxand û got: “Bihara ereban ne bihar bû, serhildana gel li dijî sistema serdest bû ku gel ji hemû mafê jiyanê bê par hatibûn hiştin. Qeyran çêkir û desthilatek serdest bu li ser civakê ku jiyan ji gel standibû. Ji ber wê gel li dijî wê desthilatê ji bo azadiya xwe dest bi serhildanê kir û serhildan encamek baş bi xwe re anî. Jinan pêşengtiya wê kir û karîn ji gelek welatan mafê xwe bi dest bixin. Mînak li Tunus jinan karîn di aliyê zagonê de guherînên mezin bikin û li gelek welatên din karin pêşengiyê bikin. Lê belê ji ber zordestiya sîstem û nebûna aîdê gel ev şoreş dirêj nebû. Ji ber wê niha pêwistiya gel bi şoreşê heye, ji bo wê jî divê jin pêşengiyê bikin.”

Paşê Seroka Komela Jinan li Lubnanê, Buşra Elî, ji Kurdistanê, gotarek li ser bandora qeyranên herêmê li ser jinên Kurd li welatekî ku ji ber polîtîkayên kolonyalîzmê hatiye dabeşkirin, pêşkêş kir.

Piştre Dr. Kerîma Hefnewî, endama damezrîner a Eniya Niştimanî ya Jinê ya Misrê, gotarek li ser rewşa jinên Afrîkî li parzemînek ku wekî qurbaniyên herî mezin ji hemû qeyranên herêmî tê pênase kirin, pêşkêş kir. Kerîma Hefnewî wiha got: “Ez silvên xwe ji jinên Filistinê re dişinim ku li dijî sîstema dîktator a cîhanê ji bo mafê azadî, jiyan û parastina welatê xwe şer dikin. Ez dixwazim li ser welatê Efrîqa biaxivim ku jinên li Efrîqa xwedî bandorek berçav in. Gelek lêkolînan bal kişandin ser têkîliya di navbera jin û axê de. Efrîqa jî xakek ya cîhanê ye ji bo wê jî parastina vê xakê bûye erkê jinan.”

 ‘Em ê têkoşînê bidomînin’

Endama Komaleya Jinan a Newrozê Nisrîn Berro ya beşdarî konferansê bû, li ser girîngiya konferansê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir. Nisrîn Berro got: “Rewşa jinan li welatên ereban bi krîz e û eger jin azadiya xwe bi dest nexin dê krîz negihêjin çareseriyê.” Nisrîn Berro anî ziman ku azadiya civakan bi azadiya jinan ve girêdayî ye û ev yek dê bi dirûşma ‘Li ser şopa Jin Jiyan Azadî’ pêkan be.

Nisrîn Berro bal kişand ser vê yekê ku di vê konferansê de ji 11 welatên erebî beşdar hene û wiha got: “Em hêvîdar in ku pêşniyarên wê bên cih. Şengal, Misir û Sûdan ji bo ku em têkoşînê bidomînin û bigihêjin azadiya hemû jinan.”

Konfarans berdewam dike. Wê di panala dûyemîn de bi sernavê ‘Ezmunen jinên Kurd ji bo rizgarbuna ji qeyrana hereme’ guftûgo bên kirin.

Şêwirmenda Filistînî Faten Ehmed jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di konferansê de ji Urdun, Lubnan, Filistîn, Yemen û Sûdanê ku şahidê şerekî mezin in, jin beşdarî konferansê bûn û ji bo gotûbêjkirina kêşeyên ku jin li wan welatan di vê serdemê de rû bi rû dimînin li vê derê ne.” Faten Ehmed anî ziman ku hatina gel hev a jinan û gotubêjkirina pirsgirêkên xwe xwedî nirxekî mezin e.