spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efsane û destan

Gelo çi têkilî û cudatî di navbera têgehên efsane, mît (mîtolojî), dîrok, destan, fabl û çîrokan de hene? Gelek caran ev têgeh li nav hevdu dikevin, arîşe û gelemşeyeke mezin çêdikin. Naverok an wateya van têgehan nêzîkî hevdu ne û heta çendek ji wan di nav hev de hatine honandin. Bûne wek xelboqên zîncîreke dirêj. Di navbera wan de tixûbeke vekirî û zelal tune ye; lê çend pîvan û prensîbên zanistî yên navneteweyî hene.
Efsane gotineke kurdî û farisî ye. Mît jî gotineke grekî (yewnanî) kevn e ku derbasî fransî bûye û li cîhanê belav bûye. Efsane û mît ji aliyê wate û naverokê ve heman tişt in. Ango sînonîmên (hevwate) hev in. Mît û mîtolojî ne heman tişt in. Mît çîroka dêrîn (qedîm), dersirûştî, dijaqilî û yên xeyalî yên berî zayînî ne. Mît an efsane piraniya hizira xwe ji olên pagan (bîr û baweriyên siruştî) digirin. Çîrokên afirandî û serpêhatiyên xwedan û xwedawendên dema berya zayînê ne. Gotina mîtolojî jî zanista mîtê ye. Wek ku pedagojî zanista zarokan, sosyolojî zanista civakî, pskîkolojî zanista rûhî, onkoloji zanista penceşêrê hwd. e. Em pirî caran di şûna gotina “mît” de “mîtolojî” dibêjin û dinivîsin, ev şaş e. Ev şaşî ji tirkî derbasî kurdî bûye. Ji pirhejmara mîtan re jî mîtos tê gotin. Li seranserê Ewropa û cîhanê belav bûye ku çavkaniya mîtê Yewnaniya kevn e. Ev ne rast e. Çavkaniya mîtê Mezopotamya ye û digihîje serdema Sumeran.

Her herêm û welat mîtên xwe yên taybetî hene. Her yek li gorî cografya, çand û karekterê xwe yê netewî hatiye afirandin. Ji bo ku dîrok û serdema mîtan gelek kevn e, gelên li heman cografiyê yan jî cîran û koka wan yek in, her wiha mîtên (efsaneyên) wan jî piranî dişibin hevdu. Wek nimûne, mîtên swêdî, norwecî û danîmarkiyan (skadînaviyan) hevbeş in, dişibin hevdu. Yên me kurdan, farisan, afganî û belûciyan jî wek yên Skandînavya nola hevdu yan jî nêzîkî hevdu ne. Ev tiştekî gelek normal e. Efsaneya Ristemê Zal, Teyrê Sîmir û Newroz ên me, îranî, afganî û belûciyan in. Mîratên me yên dîrokî, çandî û cografiyên hevpar û hevbeş in.

Li cîhana îro cîwarên efsaneyan Kurdistan, Îran, Iraq (Sumer, Akad, Nînova,) Hatî, Misir, Çîn, Hîndistan, Yewnan, Roma, German, Skandînavya, Amerîkaya Latînî (Aztek, înka) ne. Mirov dema bala xwe baş bide efsaneyan, dibîne ku di wê demê de jî gelên li ser cografyayên cihên ji hevdu dûr jî gelek sembol û îşaretan ji hevdu girtine û guhertine. Wekî mînak di efsaneya yewnan de ashîllus (aşîl) lehengekekî şerê Trovayê ye. Ew hatiye efsûnkirin. Ji bilî paniya wî, di laşê wî de tîr, şûr û rim tesîr nekirine. Ne birindar bûye û ne jî miriye. Di şerê Ristemê Zal û Îsfendiyar de jî, Îsfendiyar ji aliyê Zereşt ve hatiye waftîzkirin. Zerdeş dema Îsfendiyar waftîz kiriye, Îsfendiyar herdu çavên xwe girtine û av li çavên wî nebûne. Gava Îsfendiyar mezin dibe û diçe şer, tu çek li bedena wî tesîr nake û birîndar nabe. Pêwîst e ku ji dara gezik tîreke dugulo were çêkirin û bavêjin li çavên wî bixin ku birîndar bibe. Ristem bi alîkariya Teyrê Sîmir bi duguloya dara gezî herdu çavên Îsfendiyar dirjîne erdê û îsfendiyar dimire.

Gelo çi cudayetî û dirûvtî di navbera efsane, destan, fabl û çîrokan de hene? Min li jor destnîşan kir ku mît bi yewnanî û efsane jî bi kurdî û farisî ne. Herdu hevwate ne. Fabl çîrokên ajelan in ku ajel wekî mirovan dipeyivin. Fabl dikarin çîrokên kevn an yên serdema niha bin jî. Taybetmendiya fabl a herî mezin û girîng ev e ku ajel dipeyivin. Çîrok jî weke fablan dikarin yên serdema kevn an ya nû bin. Naveroka wan dikare rasteqîn, xeyalî û fantazî bin. Di vê mijarê de dirûvtiya çîrok û efsaneyan nêzîkî hev bin. Lê efsane bêtir mijarên olî yên serdema pagan in, babet û naverokên wan afirandina gerdûn, cîhan, mirov û ajelan in. Lê di navbera çîrok, fabl, destan û efsaneyan de tixûbeke zelal tune ye. Carnan dikarin tixûb werin dirandin û tevlîhev bibin. Di nav mîtekê de parçeyek destan, fabl an çîrok hebe. Heta niha kesî di nav van têgehan de tixûbeke rast û zelal daneniye. Gelek kes efsane, dîrok û destanan tevlîhev dikin. Lê di navbera dîrok, destan û efsaneyan de çend xalên girîng hene ku cudatiyên wan piçek be jî ronî û zelal in.

Cudabûna dîrok û efsaneyan

Di dîrokê de kes an leheng rasteqîn in û mirov in. Di efsaneyê de kes û leheng pîroz in, piraniya lehengan xwedan, xwedawend û nîvxweda û xwedawend in. Naverok û armanca wan bawerî û exlaq in. Efsane bîr û koka baweriyan e. Wek nimûne di dema Sumeran de heft xwedan û xwedawend hebûne: An, Enlîl, Enkî, Nînhansag, Sîn, Utu û Înana. Gilgamêş jî nîvxweda bûye û di heman demê de key (qiral) bûye. Di kronolojiya efsaneyên cîhanê de, efsaneya Gilgamêş di rêza yekem de cî digire. Di dîrokê de bûyer, roj, meh û sala bûyeran diyar e û kronolojîk e. Efsane berhemên zemanê kozmîk in. Ên berî zayînî ne û zemanê wan ne diyar in. Di dîrokê de cografya diyar e. Bûyer li kîjan herêm, welat û cî derbas bibe navê wan ciyan ên rasteqîn in. Di efsaneyê de cografya xeyalî ne, ne diyar û ne rast in.

Cudabûna efsane û destanan

Cudabûn an têkiliyên di navbera efsane û destanan de jî taybetiyên xwe hene. Efsane bûyer û nivîsarên pîroz in, behsa avakirina gerdûn, cîhan, mirov û hemû jîndaran dikin. Di destanan de ev tişt tune, destan behsa qehremaniya kesan dike. Efsane behsa dema kozmik a berî zayînî dike û destan behsa dema ku mirov lê hene dike.
Di efsaneyê de cografya tune ye, di destanan de cografya heye. Destan jî du beş in. Hinek anonîm in, kes nizane ji aliyê kê ve hatine gotin an nivîsandin û hinek jî nivîskar an xwediyê wan diyar in. Destan helbestên dirêj ên gernasî û lehengiyê ne ku ewropî jê re epope dibêjin.

Efsane her çiqas bûyer û çîrokên pirole û awerte bin jî despêk, bingeh û siya dîrok, wêje û çanda gelêrî ne. Efsane û destanên her gel û komî karekterê wan ê neteweyî diyar dikin. Bingeh û çavkaniyên berhemên wêje û çandiniyên pêşîn ên neteweyî ne. Çawa Teyrê Sîmîr, Kawayê Hesinger efsaneyên kurdan ên neteweyî ne, her wiha destana Siyabend û Xecê, Memê Alan, Ristemê Zal, Evdalê Zeynê, Dewrêşê Evdî jî bingehê wêje û çanda kurdî ne. Di hemûyan de karektêrê kurdî hene. Mîrat û gencîneyên me yên hezar salan in. Hizir û hişmendiya neteweyî, çandî û wêjeya kurdî li ser bingehê van berhemên dêrûnî ava û xurt bûne, fîdan dane û kulîlkên rengîn û zengîn vekirine û vedikin.