17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efûya Beşar Esed û rewşa serbestberdana girtiyan

Serokê rejîma Şamê Beşar Esed di 30 meha nîsanê de efûyek derxistin. Ev efû ji bo kesên ku bi tewanbariya sûcên terorê hatibûn girtin, hatiye derxistin.  Li gorî biryara yasayî ya hejmar 7 ev efûyeke giştî ye ji bo sûcên terorîstî yên ku beriya 30 nîsana 2022’an hatine kirin, ji bilî sûcên ku di encama wan de mirov hatine kuştin.

Piştî derketina vê efûyê û heta niha gelek kes hatine berdan lê ji ber ku tu lîsteyeke navê kesên ku dê werin berdan tune ye tevliheviyeke mezin çêdibe. Malbatên ku girtiyên wan hene ji her deverê berê xwe didin Şamê û li hin deverên nêzî girtîgehê kom dibin. Malbat ji kesên ku tê berdan aqûbeta xwediyên xwe yên girtî dipirsin.

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di nava 24 seatên pêşî de 240 girtiyên ji parêzgehên cuda hatine berdan. Li gorî heman çavkaniyê gelek kesên ku bi salane aqûbeta zarokên xwe yên girtî nizanin li hêviya kesên tên berdan disekinin û aqûbeta zarokên xwe ji wan dipirsin.

Li gorî vê çavkaniyê ji ber ku di dema dawî de ji alî saziyên navdewletî ve gelekî behsa binpêkirinên mafê mirovan ên li Sûriyeyê tê kirin, lewre jî rejîma Şamê bi vê yekê dixwaze rûyê xwe li hember wan saziyan paqij nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran girtî dê li gorî vê efûyê werin berdan ji ber ku ji sala 2012’an de rejîmê hemû çalakî û tevgerên gelê Sûriyeyê wekî karê tundî û terorê binav dikir, lewre jî bi hezaran girtiyên ji ber vî sûcî hatine girtin hene.