5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bi girseyî cenazeyê Şervan Êzidxan spart axê

Bi hezaran şêniyên Şengalê cenazeyê endamê Asayişa Êzdîxanê û Yekîneya Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şervan Êzidxan ku di 2’yê gulanê de di êrişa artêşa Iraqê  de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke mezin spartin axê. Şêniyên Şenalê ji nexweşxaneya Xanesorê cenazeyê Êzidxan hilda û meşiyan Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan a li çiyayên Serdeştê. Merasîma veşartina Şervan bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zekî Şengalê axivî û got: “Em li ser navê fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd re dixwezin. Heval Şervan hevalekî fermandar û pêşeng bû. Ji bo perwerdekirina ciwanên êzidî xwe bi rêxistin kiribû.

Me YBŞ’ê tu car nexwestiye bi rêya şer pirsgirêk werin çareserkirin. Lê dewleta Iraqê di vê de israr dike ku bi şer çareser bike. Em şervanên şehîd Dijwar in, yên şehîd Mam Zekî ne, em tu car dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Em fedaîyên Tawûsê Melek in. Kîjan hêz hewl bide Şengalê dagir bike, em ê li hemberî wan bin. Li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê Azad Hisên jî axivî. Azad Hisên di şexsê Şervan de şehîdên 74’ê fermanan bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Lazim e hemû civaka êzidî dîroka xwe lêkolîn bike. Bila tu kes nebêje ku ev êriş tenê li ser rêveberiya xweser e yan jî li ser hêza leşkerî ye. Ev êriş li ser hemû civaka Êzidî ye. Eger îro şer li ber deriyê min be wê sibê li ber deriya cîrana min be.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî diyar kir ku ew weke dayîk wê her dem li kêleka zarokên xwe di mewizyan de bin û wiha anî ziman: “Em li pey şopa şehîdên xwe ne. Em tu car cih nadin wan kesên ku di sala 2014’an de ji vir reviyan. Hêza me li ser navê Tawisê Melek, li ser van çiyayên me hatina ava kirin.”

Piştî axaftinan Şervan spartin axê.